30 januari 2012

Dewsa Dr. Şivan zû bi zû nayê dagirtin

Min nuha di malpera Kurdînfo da xwend, hin hevalên me yên kevn(Mehmet Alî Ateş), par li Almanya li bajarê Kolnê 40 saliya şehadeta Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak)bibîr anîne.

Min heta nuha nebihîstibû, min nuh bihîst. Gelkî kêfxweş bûm.
Wek tê zanîn bûyera herdu Saîdan(Saîd Kirmizitoprak û Saît Elçî)di dîroka kurdan ya nêz da trajediyeke pir mezin e.

Herdu Saîd û du hevalên Dr. Şivan(Çeko û Brûsk)di sala 1971-ê da li başûrê Kurdistanê, di nava şoereşê da bi rengekî trajedîk hatin kuştin.

Ev cara pêşî ye, 40 sal piştî şehadeta Dr. Şivan, hin hevalên wî yên têkoşînê, dost, nas û hemşeriyên wî bi civîneke wiha vî serokê miletê kurd yê mezin bibîr tînin.
Bi vê bîranînê tiştekî pir baş û di cîda kirine, ez wan pîroz dikim.

Dr. Şivan, mirovekî zana, dûrbîn, cesûr, kurdperwerekî canfîda û şoreşgerekî bêhempa bû.
Heta nuha li bakurê Kurdistanê serokekî di çap, kapasîte û meznayiya wî da derneketiye.
Dr. Şivan merivekî pir û pir mezin û hêja bû.

Di dawiya salên 1960-î û destpêka 1970-î da li bakurê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk dana biryara şerê çekdarî ne karê her mêrî bû. Wê demê kesî newêrîbû bigota kurd.

Di sala1970-î da di civînên partiyê da axaftina bi kurdî na karê her kesî bû. Ji bo girtina biryareke wiha zanîn û kurdperweriyeke pir kûr lazim bû.

Di sala 1970-î da berdana tuxtoriyê û derketina serê çiyê na karê heso û husoyan e, ji bo girtina biryareke wiha, dil û baweriyeke bi qasî Çiyayê Agiriyê mezin û bilind lazim e.

Loma jî Dr. Şivan merivekî pir mezin bû, zû ji kîsê kurdan çû. Meriv ji bo Dr. Şivan çi bibêje, çuqasî pesnê wî bide hindik e.

Ji bo ku Dr. Şivan bi her aliyê xwe were naskirin dibê dîroknas li ser jiyan, xebat û fikrên wî lêkolînan bikin, wî bi gelê wî bidin nasîn.

Bi şehdadeta Dr. Şivan, miletê kurd lîder û serokekî pir mezin ku heta nuha dewsa wî tije nebûye wenda kir.

Û dewsa wî zû bi zû jî ewê tije nebe.
Ji nava milatan merivên wiha mezin her roj der nayên, ancax ji 100, 200 salî carê kesên wiha mezin dertên.

Tirkiyê zanîbû Dr. Şivan lîderekî pir mezin e, kane miletê kurd organîze bike û bigihîne azadiyê. Lema jî ew û hevalên wî bi komployekê bi destê kurdan dan kuştin. Gorrên wan jî hîn nedane malbatên wan. Ev jî zulmeke mezin e. Dibê Barzanî hestiyên wan teslîmî malbatên wan bike.

Ez wisa bawer dikim ku heger Dr. Şivan bi wî rengê trajîk wiha zû jiyana xwe wenda nekira Kurdistan nuha çê bûbû û kurd jî gihîştibûn azadiya xwe.

Heger Dr. Şivan şehîd neketa ne Abdulah Ocalan derdiket û ne jî PKK çêdibû. Ji ber ku ewê valahî nema, şerê çekdarî ewê ji zûda dest pêkiribûya.

Gelê kurd ewê xwedî serokekî mezin û bêqusûr bûya.
Ez bi vê minasebetê herdu şehîdên kurd û Kurdistanê Dr. Şivan û Saît Elçî û hevalên bi wan ra şehîd ketin(Çeko û Burûsk)bi giramî bibîr tînim. Bira gorra wan buhûşt be…

3 kommentarer:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  2. Dikapasita wi de û wek wi gelekin Murat Ciwan, Apo,Mimtaz, Kemal hene cima tinene

    SvaraRadera
  3. "Anonymê" hêje, diyar e tu merivekî pir henekciyî...

    SvaraRadera

PARVE BIKE