26 januari 2012

Dibê em dev ji neyartiya hev berdin

Rewşeke pir seyr li ortê heye.
Dema Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu ya jî yekî din dibêje ”dewleta tirk PKK ava kiriye û Abdulah Ocalan merivê dewleta kûr û Eregenekonê ye, Ergenekon naxwaze şerê çekdarî raweste” û gelek heqaret û îthamên wih û yên ji van girantir li PKK-ê, KCK-ê û Ocalan tên girtin dibêjin ev rexneye, însan fikrên xwe dibêjin, dibê meriv neqehere…

Lê gava PKK û KCK bersîvê dide van kesan, gava ew ji wan ra dibêjin, ”esas hûn ajanên dewletê ne”, ev dibe êrîşkarî û tehdît.

Muhsîn Kizalkaya bêyî ku qala gotinên Guçlu û Burkay bike, hela wan ji PKK û Ocalan ra çi gotine, tenê gotinên Karayilan rexne dike û dibêje, ji ber ku çekên Burkay tuneye loma PKK jê natirse û wî tehdîd dike…

Ev rexeneyek ne rast e, dibê meriv ji herdu aliyan ra jî bibêje, bi hawakî medenî hevûdu rexne bikin, lê hevûdu bi ajantiyê û bêşereftiyê îtham nekin.

Ma heger Guçlu û Burkay eynî tişt ji Kizilkaya ra bigotana, gelo Kizilkaya ewê çi bigota û bersîveke çawa bida wan?

PKK-ê buguman gelek şaşî kirine, li hemberî hevalên xwe û li hemberî hêzên din şîdet bikar aniye, kurdên welatparêz kuştine. Ev rast e û dibê dema ciyê wê hat meriv li ser raweste û rexne bike.

Lê platform û ciyê vê minaqeşe û giliyê vê meselê ne dewleta tirk e, ne medya tirk e. Dibê meriv viya bibîne…

Dewlet û medya tirk naxwaze kurd nêzî hev bibin, her nêzbûn û tifaqeke nabêna hêzên kurd da dewletê û medyayê nerehet dike.

Loma jî nuha weke ku ji xwe ra xezîneyek dîtibin gav û saetê Burkay li dijî PKK-ê û Ocalan didin peyivandin û bi vê riyê agirê fîtene û fêsadiyê gur dikin.
Dibê em kurdên başûr ji xwe bikin numûme, wan jî bi salan bi hev ra dijminatî kir, û bi sedan însan ji hev kuştin. Lê dawiya dawî dîtin ku ev ne tu rê ye, loma jî dev ji neyartiya hev berdan û destên xwe dan hev û li hemberî dijmin bûn yek.

Bi xêra wê tifaqê biser ketin û bûn xwedî statuyeke siyasî. Ne ew tifaq ba, ne Emerîka û ne jî cîhanê alîkariya wan dikir.

Dibê em jî wisa bikin, dawiya dijminatiyê nayê, em mecbûr in li hev bikin, wan mesleyên gelek nexweş û bi êş li dû xwe bihêlin.

Dibê Burkay, Guçlu, Kizalkaya û kesên din jî wiha bifikirin, dibê hay ji fêsadiya tirkan hebin û bi gotinên xwe tifaqa kurdan xera nekin û kêfa dijmin neynin.

Ji dêlî minaqeşekirina van meselan, dibê Burkay weke rîsipyekî kurdan, weke siyasetmedarekî xwedî tecrûbe hêzên kurd topî ser bike, daxwzên kurda yên netewî gav û saetê bîne rojevê û bi bîra hukûmetê xe.

Ne ku her mijara wî PKK be.
Baş e ji vê hukûmetê ji bo kurdan çi dixwaze, dibê di telewîzyona da wê minaqeşe bike. Mesela PKK-ê û Ocalan me fêm kir….

Di hilbijartinên par da hevkarî û tifaqa di nabêna partî û hêzên kurdan da hekûmeta AKP-ê û medya tirk pir nerehet kir.

Lê bi vegera Kemal Burkay ya Tirkiyê ra medya tirk ji bo kûrkirina fêsadiya xwe îmkan û mijareke başa bi dest xist.

Ji roja ku Burkay vegeriyaye Tirkiyê û virda ye ji du sê rojan carê ya ewê herin mîkrofonê bidin ber devê Burkay ya jî wî dawetî telewîzyonekê bikin û dû ra jî derbarê PKK-ê û Abdulah Ocalan da ji nerindî û xayinî hin pirsên prowaktîf jê bikin.

Û ew jî weke ku mecbûr be bersîva her pirsê bide, nermik nermik dest bi çîroka ”Dewletê PKK ava kir û Ocalan jî merivê dewletê ye. Ez tim viya dibêjim. Dema li Suriyê bû merivê Sûriyê bû, nuha dîsa bûye merivê dewleta kûr û Ergenekonê.”

Û nizanim çi û çi.
Yanî plaq her eynî plaq e…

Heger Burkay jîr bûya bêguman dikanîbû nehata lîstika medya xayin û qoz û îmkanên fêsadî û geleciyê neda destê wan.

Lê çi heyf ku Burkay wiha nake, ji roja pêşî da ye ketiye xafika medya tirk ya nîjadperest û neyarê miletê kurd û li gor daxwazên wan tevdigere.

Herkes dizane ku çapemenî û medya tirk li hemberî kurdan weke şûbeyek MIT-ê dixebitin, dixwazin di şerê li dijî PKK-ê da pirştgiriyê bidin dewleta xwe.

Û piştgiriya herî baş jî bi riya fêsadiya di nabêna hêzên kurdan da dibe.
Çavên xwe digerînin, li ku derê muxalif û neyarekî PKK-ê û Ocalan hebe, diherin mikrofonê didin ber dev û li ser PKK-ê û Ocalan pirsên fêsadiyê jê dikin.

Û yên me jî Xwedê heye, qet texsîr nakin, dest pê dikin û didin ser pişta PKK-ê Ocalan, gotinên nemayî ji wan ra dikin, PKK-ê dikin partiya dewleta tirk û Ocalan jî dikin merivê gelek dewletan. Birêvebir û serokên PKK-ê û KCK-ê yên din jî heryekî dikin piyonên dewletekê.
Ev him ne rast e û him jî neheqî ye.

Dibê kurdên li dijî PKK-ê de vji vê siyasetê berdin, îro ne toja bihevketinê, şer û pevçûnê ye. Îro toja hevkariyê ye. Çêkirina qanûna esasî ya nû nêz dibe, dibê kurd li ser hev bin û bi hev ra daxwazên miletê xwe pêşkêşî dewlet û hukûmeta AKP-ê bikin.

Bi vê siyaseta Burkay ya nuha tifaqa di nabêna BDP-ê û Hak-Parê da heye ewê jî xera bibe. Heyf e, dibê Burkay nebe sebebê vê yekê.

Hêza ku PKK-ê aniye meydanê pir mezin e, dibê kurd bi vê hêzê mafekî netewî bidest xin. Ev hêz ya me hemûyan e, heger zanibin ya Burkay û Guçlu ye jî…

2 kommentarer:

  1. Bibexsine ji ber tu ji min gelek bi emri dibejim apo.Yani tu ev tista rast nabini. Dema PKK hatiye damezrandin ez 10 sali bum.Malbata min gelek zerar ji PKK ditiye.Sevekê avêtin ser mala me 3kes kustin li bavê min pirsin bavê min ne li mal bu ji kustine xilas bu, ji ber ku bavê min li bajarê me her tim dev davêt ergenekonciya û keseên li dij tevgera kurd. Evana ci dikirin kesên welatparêz û yên li dij xwe dikustin. Destê wan di xwina welatparêzande heye hem ji ji dewletê bêtir.Ciyê xwes û germe .Gotinek heye divê dengê defê ji durve xwes e.

    SvaraRadera
  2. Xortê hêja, min negotiye PKK-ê şaşî nekiriye û kurd nekuştine. Bêguman roja wexta wê were dibê meriv li ser van raweste.
    Lê ji ber ku berê wih abûye ev nayê wê maneyê ku emê bi PKK-ê ra heta û heta dijminatiyê bikin û bixwzin ev potansiyela ya netewî ya hatiye meydanê ji ortê rakin.
    Ne PKK-ê, dewletê welatê me îşxal kiriye dibê li hemberî vê îşxalê em hêza xwe bikin yek û wan ji wealtê xwe derxin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE