10 januari 2012

Qetlîama Roboskê bi emrê hukûmetê hat kirin

Do êvarî di kanaleke telewîzyonê da rojnamevan Can Atakli got, li gorî konsepta AKP-ê ya nuh êdî girtina gerîla tuneye, dibê were îmhakirin. Û loma jî 35 gundiyên Roboskê bi carê da qetil kirin.
Ji xwe ev çend meh in meriv vê hovîtiyê dibîne, şer nakin, kesî nagrin, tenê bi çekên kîmyayî û bombeyan îmha dikin.

Wek tê zanîn sewq û îdareya micadela li dijî PKK-ê ev demeke ji eskeran derbasî siwîlan ...û hukûmetê bûye. Loma jî him qetlîama Roboskê û him yên din hemû bi emir û biryara Erdogan û hukûmetê hatin kirin. Û loma Erdogan derbarê qetlîamê da demagojiyê dike. Ji ber ku wan bi xwe birayara qetlîamaê daye. Qatil ew bi xwe ne.

Ji xwe Erdogan û Atalay jî qebûl kirin ku di qetlîamê da "tiliya" tu kesekî din di tuneye, hertist bi emir û TILIYA hukûmetê û Erdogan hatiye kirin.

Ji bo Erdogan kurd kurd e, zarokên korîciyan bin jî di kuştina wan da tu zirar tuneye... Îro bi dewletê ra bin jî sibe dikanin li dij rabin.

Ne Erdogan tenê, dewlet wiha difikire, hukûmet wiha difikire...
Bala min lêye qetlîama Roboskê û şêla Erdogan ya li hemberî qetlîamê, huzûra kurdên AKP-yî biriye, di rojeke wiha da hevaltî û karkiriya qatilekî wiha wan bêhuzûr dike. Ji bo ku karên xwe bêyî serhevde îcra bikin gelkî dixwazin ku Erdogan siyaseteke zîrektir bimeşîne.

Lê tiştekï wiha êdî ne mimkün e, ji ber ku êdî dawiya xapandinê û derewan hatiye, ya ewê mafê kurdan bidin ya jî ewê qetlîamên wiha bikin....
Riyeke din nemaye.
4/1-2012

 XXX
Serokê MHP-ê Devlet Bahçeli, di axaftina xwe ya do da li ser qetlîama gundê Roboskê jî rawestiya û bêyî ku weke Erdogan derewan û durûtiyê bike qetlîam parast û got:

 ”Li hemberî kesên ku ji sînorên me bi şiklekî bêqanûnî dikevin hundur dibê dewlet tiştê pêwîst e bike û di vê bûyera dawî da jî dewletê ew kiriye.”

 ”Tiştê pêwîst”, yanî dibê bikuje.

Wek tê dîtin Bahçeli weke Erdogan demagojiyê û derew...an nake, qetlîamê diparêze, dibê dewletê rast kiriye.

Bahçeli nîjadperest û faşîstekî, tirk e û loma jî ne li pey rayên kurda ye, ji bo wî ya girîng pisstgiriya miletê tirk e.

Loma jî Bahçeli û hemû nîjadprestên tirk tu carî neyartî, kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan venaşêrin, bi piranîn cci difikirin wiya dibêjin.

Li gel ku Erdogan jî di heqê kurdan da eynî weke Bahçeli difikire û weke Bahçeli ew jî qetlîama Roboskê rast dibîne, lê dîsa jî weke Bahçeli rast napeyive, durûtî û derewan dike.

Ev bûyer tenê nîşan dide ku di mesela kurd da di nabêna Erdogan û Bahçeli da tu ferq tuneye.
Erdogan merivekî faşîst, pir bêqalîte, pir durû û pir virek e û pir û pir jî neyarê miletê kurd e. Dibê kurdên heval û dilsozên AKP-ê ü Erdogan jî êdî vê rastiyê qebûl bikin...
4-71-2012

 XXX
Gelî dost û hevalan, ji ber ku problemeke kompîtera min çêbûye demekê ezê nikanibim nivîsên bloga xwe yên rojane bidomînim. Ji ber ku nuha li malê kompîtera min tuneye.
Lê heta ku mimkûn be li ciyê kar ezê hewil bidim carnan hin tiştên kin binivîsim...
Bi hêviya ku hûn min ji bîr nekin heta ku problem hel dibe...
Gelek silavên dostaniyê ji we hemûyan ra.
2/1-2012

XXX
Balafirên dewleta tirk 35 gundiyên Roboskî kuştin. Di şînê da çend xortên ku bira û merivên xwe wenda kiribûn di tesîra hestên tezebûna bûyerê da xwe ranegirtin û çend hutuk li qeymeqamê dewletê xistin.

 Ji dêlî ku hukûmeta AKP-ê meselê mezin neke, 6 kurdên BDP-yî girtine. Yanî bi qetilkirian 35 kesan qîma xwe naynin, 6 kesan jî ji ber ku li hemberî vê qetlîamê îsyan kirine û bûyereke biçûk de...rxistine digrin…

Nabêjin weleh piştî vê qetlîamê dibê em vê zulmê jî li gundiyan, li kurdan nekin.
Wiha dikin ji ber ku ew qebûl nakin ku kurd li hemberî dewletê û mamûrên wê destên xwe bilind bikin. Naxwazin kurd fêrî fê yekê bibin, her destê li hemberî dewletê bilind dibe dixwazin bibirin.
Li goraî wan, dewlet çi bike jî dibê kurd îtîraz nekin, heta 35 kesan li ser hev qetil jî bike dibê kurd qebûl bikin…
2/1-2012

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE