01 februari 2012

Çend şîretên Qazî Mihemedê nemir li kurdan

Di van rojên ku kurd gelkî neyartiya hev dikin û bi vê yekî jî dilê dilnexwaz û neyaran gelkî şa dikin da ez beşekî ji wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemedê nemir ku li gelê xwe kiribû, li jêr pêşkêşî we û wan êrîşkaran dikim.

Bi hêviya ku bixwînin û li ser gotinên Qazî Mihemedê gorbihuşt hinekî bifikirin…
Ew wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistine.

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Gelê minê kurd û birayên min yên hêja, birayên min yên behrxwarî, gelê minê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn yên jiyana xwe da me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin tenê karê xwe xwe bi we pêk tîne û bi we re qet dilovaniyê nake; di her fersendê da qet we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne. Sîmbola serketina her gel û neteweyekî hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel e.

Gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bindestê dujmin da be.
Tu tiştê we gelê kurd ji gelên li ser rûkê vî erdî ne kêmtir e, belkî hûn bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne pêşdatir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne ew jî mîna we ne, lêbelê yekîtiya xwe ava kirine loma rizgar bûne.

Bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûkê erdê îdî bindest nebin, her bi yekbûn û nehesûdiya hev û xwe nefirotina ji dujminan ra hûn dikarin rizgar bibin.

Birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên kurdan ji her reng û destek û neteweyekî bin, her dujmin e, bê dilovanîye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, ewê we bi hevdu bide kuştin, ewê we temah bike û bi direw û xapandinê we berengarî hev bike(bera hev bide).

Ji hemû dujminên gelê kurd, dujminê ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedênenastir û nedilovantir e, destê xwe ji tu tawanan li dijî gelê kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê kurd ra xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî.

Temaşa bikin, binêrin hemû zilamên we yên mezin, ji Simayîl Axayê Şikak, hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û dû ra jî pir bi nemerdî ew kuştin.

Ew hemû bi sond û bi Quranê xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan ra heye û wê qenciyê bi wan ra bikin.

Lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê hetanî niha bi dirêjiya dîrokê kesî carekê jî nedîtiye ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane kurdan pêk anîbin.

Hemû direw û xapandin bûye. Îcar va ye ez wek birayekî we yê biçûk, di riya Xwdê da, ji bo xatirê Xwedê ji we ra dibêjim hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin, heger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, ji viya piştrast bin.

Bi sond û sozên direwên eceman tu carî mexapin, heger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û sozê bidin we, bi tenê niyaza wan xapandina we ye, ji bo hîleyekê li we bikin.

 -Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, xwendin ne tê da. Bixwînin ji bo ku hûn ji karwanê gelan paşve nemînin. Her xwandin çeka kujeka dujminan e.

 -Yekîtî û tebayiya di nava xwe da biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê da temahiyê nekin.

 -Xwendinê, zanistê û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin, ji bo ku dujmin kêmtir we bixapîne.
-Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê îspat kiriye ku li hemberî kurdan tim bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û di heq Kurdan da xwe ji ti tawanan nadin paş.

-Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet yên vê cîhanê xwe mefiroşin dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

 -Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî, ne ya malî û ne jî ya namûsî, ji ber ku îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçdar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

 -Ger yekî ji we dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkariyê bikin, ji ber temahî û pexîliyê li dijî wî dernekevin, yan Xwedê neke li ser wî nebin sîxurên biyaniyan.

 -Ji xebat, hewil û tekoşînê ranewestin, ji bo ku hûn jî mîna hemû gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin. Malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wê çaxê her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîştimana(welatê) we jî hebe."

Li ser şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed: Mahabd bihuşteke bêderî ye îşev. Hestên min giran giran dirije nav.
//Ferhad Şakilî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE