12 februari 2012

Erdogan li bela xwe rast hat !

Dozger û pûlis, Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan bi çi îtham dikin hîn baş zelal nebûye.
Wek tê zanîn, Fîdan weke nûnerê hukûmetê û Erdogan li Osloyê bi nûnerên PKK-ê ra rûnişt û qaşo riya çareseriya mesela kurd bi wan ra muzakere kir.

Hinek dibêjin ku xwedêgiravê ji ber ku hukûmet riya "muzakereyê" diparêze û bi PKK-ê ra rûniştiye loma ev teşxele derket. Çimkî pûlis û dadwerî li dijî "muzakere û çareseriya siyasî" û hevdîtinên bi PKK-ê ra ne.

Ev tez û îdîa qet nakeve serê min. Çimkî bi qasî ez dibînim hukûmet qet jî siyasetke li gorî "muzakereyan" nameşîne. Ji ber ku hukûmet jî bi qasî sîstema dadê û emniyetê siyaseteke şerxwaz dimeşîne û ew jî li dijî qebûlkirina nasnameya miletê kurd e. Hukûmet dibêje ji xwe wan ne ji bo çareseriyê, ji bo xaapandinê û topkirina îstîxbaratê bi PKK-ê ra rûniştine û ev rê bikaranîne.

Li gorî îdîayeke din jî, MIT-ê KCK îdare kiriye, ew teşwîqî sûc û şîdetê kiriye û heta ”hin sûc, ajanên MIT-ê di bin maskeya KCK-ê û li ser navê KCK-ê kirine.” Û dozger jî ji ber vê yekê xwest îfadeya Fîdan û mîtçiyên din bigre.

Ev îdîa rast e, ne rast e meriv nizane. Lê heger rast be û bi rastî jî ajanên MIT-ê ketibin nava KCK-ê û ji bo ku KCK-ê di sûc bigerînin û însanan têxin hefsê li ser navê wê sûc kiribin, li gorî qanûnan ev sûc e û dibê Fîdan û kesên din werin girtin.

Ji ber ku tiştê hatiye kirin ne karê ajantiyê û topkirina îstîxbaratê ye, ji bo ku tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin ajanên dewletê bi zanetî sûc kirine û dane kirin. Ji bo ku BDP-ê qels bikin.

Hukûmet li alîkî bi KCK-ê ra rûniştiye xwedêgiravî ji bo çarezseriya meselê pê ra muzakere domandiye, lê li alî din jî bi ajanên xwe li ser navê KCK-ê sûc daye kirin ji bo ku KCK-ê ji hêz da bixîne.

Heger ev îdîa rast be, helbet di vir da rexneyên meriv li KCK-ê bigre hene, dibê ajanên dewletê hewqasî bi hêsanî nikanîbûna li ser navê wan sûc bikira, lê alî din ev ye nêta hukûmetê ya xerab nîşan dide. Wê demê hemû gotin û îdîayên hukûmetê ew dixwaze mesela kurd bi riya siyasetê çareser bike vir e, xapandin û qezenkirina demê ye.

Heger nêta hukûmetê paqij bûye serî li riyeke wiha nedida.
Lê ew çi dek û dolaban bigerînin jî, ew bi sedan ajanan têxin nava KCK-ê û PKK-ê jî, ew bi hezaran kesî têxin zindanan jî ew nikanin mesele kurd femrînin û kurdan ji ortê rakin.

Erdogan, bi hilbijartina riya hîle û xapandinê, bi hilbijartina riya şîdet û şer li bela xwe geriya û wa ye li bela xwe rast hatiye.

Erdogan, bi qetlîama Roboskê û şerê MIT, pûlis û sîstema dadweriyê li bela xwe rast hat, hêdî hêdî tiştê hat serê Çîllerê ewê were serê wî jî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE