26 februari 2012

Gelî cixarekêşan hela werin guh bidin vê helbestê

Hemşeriyê min Silêman Kaya, dîsa helbesteke pir baş û di ser da jî pir bi feyde nivîsîye û bi riya lawê Mesût ji min ra şandiye. Ez li jêr wê diweşînim. Ez bawer dikim bi xwendina vê helbesta ji serî heta dawî mişt şîret weke min hûnê jî dilşa bibin.

Ji zûda bû min bîriya helbestên wî kiribû. Bi vê helbesta wî ”Tutûnkêş”ê ez pir kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo vê helbesta giranbuha.



TUTÛNKÊŞEw kêşana tutûnê
Tiştek nakave şûnê
Tutûn tutûna Semsûr
Ew bi kêrê dikin hûr
Tutûn zer e, dûxan reş
Tiştek nîne wek wê xweş
Pir jê hezdikin ciwan
Ew bilind dikin dûxan
Ew nikane bi ciwana
Piştî dem û dewrana
Temen dighêje çel û çar
Xwe li meriv dike diyar
Ew dikeve nav xwînê
Çêdike war û şûnê
Pişik û xwîn û damar
Ji dest wê dikin hawar
Wek şêxê mirîd li dû
Nayê berdan zû bi zû
Ew tutûna Semsûr e
Derba wê zêde kûre
Ey ciwanên temen çûk
Yê zewicîn anîn bûk
Wê cixara pîs û tal
Bi xwere nekin heval
Ger têkeve nav xûnê
Weke pûştiya qûnê
Êdi ji we nabe dûr
Tev mirin û gora dûr
Roma reş û cixare
Yek dûpişk e yek mar e
Tev bajarî û gundîya
Dûrkevin ji herdûya
Hem şêrete hem xêre
Wenda neke veşêre
Ez mirim hûn bixwînin
Min di bîra xwe bînin
Tev zirara mal û can
Ev destan ya Silêman

Suleyman Kaya/Wêranşar/2012

XXX
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi hev ra îro li Kitêbxaneya Kurdî paneleke li ser ferhengên kurdî (zazakî, kurmancî, soranî) çêkirin.

Panel ji aliyê Malmisanij, Reşo Zîlan û Golbar Emîn ve hate dayin Paneleke bi feyde û gelkî baş bû.
Ji ber ku gelek kes hatibûn panelê ciyê rûniştinê nema, loma jî gelek kesî panel ji piya(li pê)guhdarî kir.

Hersê axatvanên panelê qala hin gelş û astengiyên zimanê kurdî û serpêhatiyên xwe yên xebatê kirin.
Civîneke pir bi sûd û berhemdar bû.

Piştî panelê em çend hevalên DDKD-yî yên kevn çûn li komeleya me ya berê rûniştin û me bîstekê sohbet û qala rojên berê kir.

5 kommentarer:

  1. Mame Zınare Xamo ma tu Weranşahre dayikbuye? jı bo nıvısa xweş spas dıkım.

    SvaraRadera
  2. Belê, ez ji Wêranşarê me û ji Wêranşarê jî pir hez dikim.
    Ma tu ji ku yî û ji malbata ya jî lawê kê yî?

    SvaraRadera
  3. Ev hên ji DDKD yi mane.Nivi bûne PKK yi.Heyf ew rêxistina ha ket vi hali.

    SvaraRadera
  4. Gelekan jî dev ji kurdayetiyê berdana û bûne merivên partiyên dewletê, tu li ber wan nakevî lê tu li ber kesên bûne PKK-yî dikveî...
    Ez bi xwe bi yên bûne hevalên PKK-ê zêde naqeherim, bi yên bûne AKP-yî û yên dev ji hertistî berdana diqeherim...

    SvaraRadera
  5. mame zınare xamo ez jı lı ruhaye me:) lı Curne Reş dayibume,lı ruha ye dıjım:)

    SvaraRadera

PARVE BIKE