29 februari 2012

Guhertin û tîcareta siyasî

Herkes fikirê xwe diguherîne. Kesê tu carî fikir û dîtinên xwe neguherîne tuneye. Tenê dîn û mirî fikrên xwe neguherînin, nikanin biguherînin.

Yanî di jiyanê da fikirguhertin, dîtin û bawerî guhertin normal e û dibe.
Carnan ev guhertin dikane bi ”pêşda” û carnan jî bi ”paşda” be. Yanî carnan yekî rast û dîndar dikane dev ji bîr û baweriyên xwe berde û here ser fikra çep ya jî fikreke din.
Û eksê wê jî mimkûn e, yanî yekî çep û heta komunîst jî dikane di nava demê da fikrê xwe biguhre û bibe merivekî dîndar.

Lê dibê ev guhertin, guhertineke baweriyê û ji dil be, ne teqleyên ji ber hin menfaetên şexsî be.
Guhertina li gorî menfaetê ne guhertina fikrî û îdeolojîk e, ne guhertineke tabiîye, firotina fikrê û baweriyê ye, tîcaret e.

Loma jî dibê meriv guhertinên xwezayî yên bêmenfaet, bi kîjan alî da dibe bira bibe, normal bibîne û jê gazin loma neke.

Ji ber ku însan dikane berê xwediyê dîtinekê, baweriyekê be, lê dû ra dev ji vê fikir û baweriya xwe berde.
Lê guhertina li gorî menfaetê, ya ku bi xwe ra meqam û pera bîne tiştekî din e, guhertineke bi vî rengî ne guhertineke fikrî ye, tîcareta siyasetê ye.


XXX
Hunermend Ciwan Haco do beşdarî programeka NTV-ya tirkî bû. Haco, di programê da behsa albûma xwe ya nû Vegerê û dueta bi Hulya Avşarê ra kir û li ser mesela kurd li Sûriyê û Tirkiyê jî bersiva hin pirsên siyasî da.

Hin malperên kurd îro manşet avêtine, ”Ciwan Haco di NTV-ê da bi kurdî peyivî.”!
Ma Ciwan Haco ewê bi çi zimanî bipeyiviya ku?

Ciwan Haco ne kurdê Tirkiyê ye û bi tirkî nizane, bi alm...anî û swêdî dizane. Di rewşeke wiha da ya herî rast ew e ku bi zimanê xwe bipeyive.

Tirk di telewîzyonên kurdan da her roj bi tirkî dipeyivin qet nabe xeber, lê gava kurdek di kanaleke tirkî da bi kurdî dipeyive ev yek ji bo medya kurdî dibe xebereke .

Ev şaş e, dibê meriv di kanaleke tirkî da axaftina kurdî mezin neke. Ji xwe dibê wiha be, dibê kurd ne bi tirkî, bi zimanê xwe bipeyivin û di viya da hinekî israr bikin. Ji bo ku ev tabû were şikandin.


XXX
Cengiz Çandar di nivîsa xwe ya îro da dibêje, kurdekî ji başûrê Kurdistanê jê ra gotiye:
”Ma Îraqê perçe bibe?

 Û dû ra jî bêyî ku li bende bersîva Çandar bimîne, wî bi xwe bersîva xwe daye , gotiye, ”girêdayî pêşketinên Sûriyê ye. Heger rejîma Sûriyê hilweşe Îraqê jî perçe bibe.”

Texmîneke rast e. Heger li Sûriyê rejîma Esed hilweşe ne Îraq tenê, bi dîtina min li Tirkiye jî rejîma AKP-ê ya ”yek m...ilet, yek ziman, yek al” ewê têk biçe, bi gotineke din Tirkiye ewê ”perçe” bibe û kurd û gelên din jî ewê bigihîjin azadiya xwe.

Ji ber ku rejîma AKP-ê vê tahlûkeyê dibîne, loma jî dixwaze di warê leşkerî da zû midaxeleyî Sûriyê bike. Ji bo ku rê li ber serkeftineke kurdan bigre.

Herêm weke dema Şerê Cîhanê yê Yekem dikele, hemû gel, sinif û tebeqeyên bindest serî hildane û doza mafê xwe dikin.

Xerîteya Rojhilata navîn şaş û ne dirist hatiye çêkirin, ev xerîte di vê sedsalê da li gorî rastiya miletan û dîrokê ewê ji nuh ve were çêkirin. Hukûmeta AKP-ê dixwaze rê li ber vê pêşketin û guhertinê bigre.

1 kommentar:

  1. For most up-to-date information you have to pay a quick visit
    the web and on world-wide-web I found this web page as a finest web site for most up-to-date updates.


    my webpage - cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE