11 februari 2012

Îcar jî "Cimat" û AKP rabûn hev

Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye Tirkiye bi kurdan ra di nava şerekî bêaman daye.
Tirkiyê hemû siyaseta xwe ya der û hundur tim li gorî kurdan û ji bo qedandina kurdan tanzîm kiriye. Hemû qanûnên Tirkiyê ne ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û civateke şefaf, li gorî bindesthîştina kurdan hatine çêkirin.

Ji ber vê yekêye ku Tirkiye nikane bibe welatekî demokratîk, welatekî ku qanûn, edalet , heq û huqûq lê serdest in.

Ev hesab û armanca qedandina kurdan, Tirkiye ji weletekî demokratîk û dewleta tirk jî ji dewleteke modern pir dûr xistiye, di her warî da rizandiye, kiriye dewleteke çendserî û hêlîna çeteyan.

Ji bo ku kurdan serkut bikin û biqedînin her bêqanûniyê mubah dibînin, leşker darbeyê li pey darbeyê dikin û dewletê dikin hêlîna çeteyan.

Hemû dezgeheên dewletê li hemberî hev in, di kemînê da ne, esker li pûlisan, pûlis li eskeran, MIT li pûlisan, pûlis li MIT-ê guhdarî dike.

Baweriya kesî bi kesî nayê, di hewla ruhê xwe dda ye û dixwaze yê hember têxe feqê.
Hemû çete bi îdîaya ku ewê mesela kurd ji kok da biqedînin di nava dewletê da gurûba xwe xurt dike û ya hemberî xwe taqîb dike û dipelêxe.

Li Tirkiyê artêş, MIT, dad, pûlis, cendirme û hukûmet ne dezgeh û mueseseyên ku dewletê temam dikin û di bin emrê siyasetê da ne, heryek bi serê xwe dewletek e û li hember hev di nava şerekî pir mezin da ne.

Ev 10 sal in li Tirkiyê di nava hêz û çeteyên ku dixwazin dewletê bi tevayî têxin destê xwe şerekî pir mezin heye. Di vî şerî da heta nuha bi dehan gurûbên çetetan derketin. Bi sedan general, zabit, burokrat û siyasetmedar nuha di hefsêda ne.

Ev şerê ku ev çend roj in di nabêna hukûmetê, MIT-ê, emniyetê û dozgeran da destpêkiriye ew jî li ser mesela kurd e…

Li gorî çapemenî dinivîse, "Cimata Gulen" û Erdogan û hevalên wî li ser mesela kurd li hev nakin û ev şer jî ji bo wê ye.

Heger ev îdîa rast be, maneya xwe ew e ku Erdogan û ”Cimat” ketine gewriya hev.
Li gorî vê îdîayê pûlis û dadwerî bi êrîşa ser Musteşarê MIT-ê Hakan Fîdan, êrîşê dibin ser Erdogan jî.
Çimkî dema Fîdan sûcdar were dîtin mecbûrî ewê serî here bigihîje Erdogan û dibê wî jî weke sûcdar derxin hemberî dadgehê.

Esas bi qasî ku meriv dibîne herdu serî jî li dijî çareserkirina mesela kurd in, herdu serî jî dixwazin mesela kurd bi riya zorê û şîdetê biqedînin?

Dozger ji MIT-ê û herwisa ji hukûmetê ra dibêje ji bo çi hûn bi KCK- ra rûniştine.
Û hukûmet jî dibêje, ji bo ku em îstîxbaratê top bikin me wezîfe daye MIT-ê ku wî karî bike.
Îcar şerê wan ji bo çi û li ser çi ye hîn baş ne zelal e.
Welhasil ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE