11 februari 2012

Îcar kurdan weke miletekî hereket kir

Kurdan reaksiyoneke berfireh û pir baş nîşanî gotinên Bulunt Arinç, ”Kurdî ne zimanê medeniyetê ye” dan.

Bi baweriya min ev care pêşî ye ku kurd bi hev ra li hemberî bûyerekê reaksiyoneke wiha berfireh nîşan didin.

Ev, pêşketineke pir girîng û îşardeteke pir baş e. Kurd hêdî hêdî weke miletekî hereket dikin.
Dibê hertim wiha be.

Hin kurdên sempatîzanên AKP-ê bi rengekî ne rast gelkî pesnên başî, demokartî û camêriya Arinç didan.

Ev ne rast e, Arinç merivekî pir sînsî û durû ye û di nava AKP-ê da yê herî nîjadperest û panturkîst e.
Ev gotinên wî yên derbarê zimanê kurdî û kurdan da jî ji xwe îspata vê nîjadperestiya wî ye.

Bala xwe bidinê piştî hewqas rexne jî hîn beyanek neda û ji kurdan uzrê xwe nexwest, negot weleh tiştê min got şaş e, dibê min negota.

Maneya xwe mêrik hîn li ser wê fikra xwe ye, loma dengê xwe nake.
Li ser vê meselê gelek nivîsên baş hatin nivîsîn. Ji van nivîsan yek nivîsa Îbrahîm Sidiyanî û ya abûqat Nevzat EMİNOGLU ye.

Emînoglu di nivîsa xwe da helbesteke Sezaî Koç û du nimûne dane. Ez helbesta Sezaî Koç û wan herdu nimûneyan dikim kurdî û pêşkêşî we dikim.

”Ew texmîn dikin ku,
em bêdeng bin ewê mesele hel bibe
Halbûkî, em bêdeng bin, dîrok bêdeng namîne
Ew texmîn dikin ku,
ji me xelas bibin, ewê mesele nemîne
Halbûkî,
ji me xelas bibin, ewê ji ezabê wîjdîn/ûjdîn xelas nebin,
ji ezabê wîjdîn xelas bibin,
ewê ji ezabê dîrokê xelas nebin,
ji ezabê dîrokê xelas bibin,
ewê ji xezeba Xwedê xelas nebin”
//Sezaî Koç


XXX
Sehabeyê bi navê Ebûzer, bêhêmdî ji Bîlalê Hebeş ra dibêje, ”Lawê jina reşik.”
Hz. Muhamed pir aciz dibe û vê aciziya xwe jî dide ruyê Ebûzer, jê ra dibêje:
”Hey Ebûzer! Ma ji ber rengê diya wî, qey tu wî biçûk dibînî? Wê gavê bi te ra hîn nîjadperestiya cahiliyê heye.”
Li ser van gotinên Hz. Muhamed, Ebûzer pir li ber xwe dikeve û eniya xwe dide erdê dibêje heta Bîlal pê li eniya min neke ez serê xwe ji erdê ranakim.”
Gotinên Bulent Arinç ji bo zimanê kurdî gotin ji gotina Ebûzer pir girantir e, lê wî heta nuha ne gotinên xwe paşda girt û ne jî lêborîna xwe ji kurdan xwest.


XXX
Xwedê teala di Quranê da dibêje, ”Min hûn weke qewm û miletên cihê xuliqandin ji bo ku hûn hevûdu nas bikin. Cihêbûna reng û zimanên we, ji ayetên Xwedê ne.”
Lê Arinç, Erdogan û hukûmeta AKP-ê li gel ku musilman in û Xwedêgiravî baweriya wan bi Xwedê û Quranê heye bes dîsa jî vê ayeta ayeta Quranê qebûl nakin û destûrê nadin perwerdeya zimanê kurdî û dibêjin "kurdî ne zimanê medeniyetê” ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE