06 februari 2012

Jenosîda Dewleta Tirk berdewam e

Hevalê min ê hêja Fuad Onen, di konferanseke xwe da li ser biryara Meclîs û Senatoya Fransayê ya derbarê jenosîda eremeniyan rawestiyaye û gotiye, li cîhanê ne Tirkiye tenê, gelek dewletên din jî bi jenosîdê tên tawanbarkirin.

Lê bêyî Tirkiyê ji van dewletan yek jî li dijî biryara Fransayê derneket.
Onen dibêje, li gel ku ”di qanûna li Franseyê wê derkeve, ne ermenî, ne jî Tirkiye tên binavkirin. Lê dîsa jî Tirkiyê înfialeke mezin nîşan da. Li hemberî vê qanûna ku wê li Frenseyê derkeve AKP-ê, MHP-ê, CHP-ê û hemû partîyên wan, heta temamê rewşenbîrên wan, ev helwesta Franseyê li dijî azadîya ramanê dîtin.”

Onen, di berdewamiya axaftina xwe da gotiye, ”Ev ne tiştekî xwezayî ye, ewqas dewlet tên tawanbarkirin, reaksîyoneke mezin dernakeve holê, ji bo çi Tirkiye reaksîyoneke ewqas mezin û tûnd dîyar dike? Ji Serokwezîrê wan heta Serokê Komara wan, ji sazîyên wan yên sîwîl heta grûbên parlamena wan reaksîyonên tûnd dîyar kirin.” Piştê vê pirsê, Onen tespîteke grîng dike û dibêje ji ber ku:

”Jenosîda Sîstema Serwerîya Tirkan berdewam e, berfireh e, dûr û kûr e.
Li vir ezê îdia bikim ku, ji bo van dewletên din karê jenosîdê neheqîyên dîrokî ne, di dîrokê de mane. Ji bo Tirkan û Dewleta Tirkan karê jenosîdê ne karekî dîrokî ye, mijareke berdewam e. Ev dewlet, hîn jî vî karî didomîne. Ji ber vê yekê, gava ku li devereke dinyayê li hember jenosîdê gavek bê avêtin, ev dewlet wê gavê li hemberî xwe dibîne. Û bi ya min, di vî warî de jî ne neheq e. Yekî ku hîn jî karê jenosîdê bidomîne, wê pirtir xofê bigire, bitirse ku hek ev çalakî bi ser keve ew ê xisarê jê bibîne.”

Bi baweriya min jî ev tespît rast e, bi kêmanî ji gelek sebeban, sebebê herî girîng e. Ji ber ku jenosîda dewleta tirk neqediyaye, li hemberî kurdan hîn berdewam e. Dewleta tirk, kurdan weke milet hêdî hêdî dikuje, diqedîne û dike tirk.

Ev jenosîdeke bêdeng û bidizî ye, lê jenosîd e. Dema tu hebûna miletekî qebûl nekî, nehêle bi zimanê xwe bixwîne û zarokên xwe perwerde bike ev jenosîd e.

Ji ber ku tirk dixwazin bi darê zorê miletekî cihê bihelînin, bikin tirk û dû ra jî dest deynin ser welatê wan.

Û ev jenosîd jî bi plan, program û projeyên dûr û dirêj tê kirin. Ji bo biserketina vê jenosîdê ji çewisandin û qetlîamên leşkerî bigre, heta bi tedbîrên aborî, kulturî û guherandina demografiya Kurdistanê her riyê û her babet wesiteyê bikar tînin.


XXX
Ez nuha çûm bankê ji bo ku ji Weqfa Îsmaîl Beş îkçî ra alîkariya xwe bişînim. Lê bankeyê qebûl nekir, got ”Bic/Swift”a bankê(numreyeke bankê ye) kêm e, tu nikanî bişînî.

Diyar e tiştên hevalan ji me ra şandine kêm e, ezê îşev bi meylekê weqfê ji vê kêmasiyê agahdar bikim.
Dibê em alîkariyên xwe îhmal nekin ji bo ku di nava kurdên welêt da navê kurdên Swêd bi çikûsî belav nebe...



XXX
Her roj gelek nas, dost û heval nivîsên min diecibînin. Ev ecibandin bêguman him kêfa min tîne û him jî hêz û enerjiyeke mezin dide min. Dibe sebebê newestan û berdewamiya nivîsandina min.

Kesên nivîsan şirove dikin ez dikanim sipasî wan bikim, lê ez nikanim sipasî kesên diecibînin bikim. Di facebookê da îmkaneke wiha tuneye.

Loma jî ez dixwazim îşev ji dil û can sipasî van dost û hevalan jî bikim û bibêjim hûn her hebin û mala we ava be....

XXX

Dema Rojavayî(Xerbî)hatin di destê wan da Încîl,
di destê me da axa me hebû.
Em fêrkirin ku em çavên xwe bigrin û dua bikin.
Gava me çavê xwe vekir,
di destê me da Încîl,
di destê wan da axa me hebû.

Serokkomarê Kenyayayê
Yomo Kenyata (1894-1978)

Camêr merivekî pir biaqil û jîr bûye, çuqasî xweş û rast gotiye Bi rastî jî Ewrûpî wiha pînc, zinya û zalim kurê zaliman e. Ew Qutiya Pandora ne, hemû nerindî û xerabiyên dinyayê ji wan peyda bûye, bin serê wam derketieye...
Û yên ku welatê me perçe kirin û em xistin bin destên çar dewletan jî Ewrûpî ne.
Û nuha jî yên nahêlin em zora neyarê xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe, dîsa ew in. Bi xêra piştgirî û bêdengiya wan tirk, ereb û faris vê zulmê li me dikin. Heger bixwazin dikanin me li herçar perçeyên Kurdistanê di nava salekê da rizgar bikin...
Lê nakin, ji bo ku em bindes bimînin di her warî da piştgiriyê didin tirk, ereb û farisan....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE