09 februari 2012

Qatil ji bo ku "Tirkiye neheje" napeyivin.

Mehmet Alî Bîrand dibêje, ji bo programa dokumentera li ser darbeya 28-ê sibatê ”Darbeya Dawî”, wî pir hewil daye ku bi serokwezîra berê Tansû Çîllerê ra bipeyive, lê Çîllerê ev daxwaza wî qebûl nekirye û gotiye, ”heger ez bipeyive ewê Tirkiye biheje.!
Tu devê kê vedike eynî tiştî dibêje:

Mehmet Agar dibêje, ”ez bipeyivim herkesê bişewite, Tirkiye ewê biheje”.
Serokê qoriciyan Kamîl Atag dibêje,”heger tiştê ez dizanim ez bibêjim ewê tirkiye biheje.”
Serfermandarên wê demê biryara nepeyivandinê dane, dibêjin ”em napeyivin.”

Yanî bi kurtî hemû berpirsiyarên dewletê yên nabêna 1990- 2000-î ya napeyivein ya jî weke Çîllerê dibêjin, heger em bipeyivin ewê Tirkiye biheje.

Tirkiye mirkiye naheje, tenê ewê bi hezaran siyasetmedar, leşker, burokrat û giregirên vê dewletê qatil derkevin û werin girtin.

Maneya vê gotina Çîllerê tenê ev e. Ji ber ku hemû berpirsiyarên dewlwetê(siyasetmedar, burokrat û leşker)yên wê demê sûcên pir mezin kirine, destên hemûyan di xwîna kurdan geriya ye.

Ji ber ku hemû berpirsiyarên dewletê yên di nabêna salên 1990 û 2000-î da tevî qetilkirina kurdan bûne, bi sedan, bi hezaran kurd kuştine, dane kuştin û emrê kurştinê dane.
Loma jî newêrin bipeyivin, dibêjin ”heger em bipeyivin ewê Tirkiye biheje”!


XXX
Li gorî dadgeha tirk ya Stenbolê, ji ber ku kurd misilman û eqaliyet (hindikayî, mînorîtet)in, loma jî di dadgehê da mafê wan yê parastina bi kurdî tuneye. Dadgehê ji ber van sebeban daxwaza çar xwendevanên kurd ya parastina kurdî red kiriye.

Ê baş e, heger kurd ne hindikayî, piranî ne, w ê demê weke tirkan mafê piraniyê bidin kurdan jî.
Wiya jî nadin.

Ne kurdan weke hindikayî qebûl dikin û ne jî mafê piraniyê(weke tirkan)didin kurdan.
Bi gotina ”piraniyê” qesta wan tirkbûna kurda ye, dema dibêjin hûn ne hindikayî, hûn piranî ne, di rastiyê da dibêjin hûn tirk in û tirkîtiya xwe qebûl bikin…



XXX
Ji do da ye dewleta tirk dîsa li bin guhê hev ketiye, hukûmet, dad, pûlis û MIT baş hev ketine.
Dozger ji bo îfadedanê serokê MIT-ê jî di nav da gazî pênc mîtçiyan kir û hukûmetê jî tavilê du pûlisên ritbebilind ji kar girt.

Di lûtkeya(zîrweya) hukûmetê da ji do da ye civîn li ser civînê çêdibe. Lê hîn ne diyar e ku kê zora kê bibe.
Dozger çawa dikane tiştekî wiha bike?
Ev îş ewê heta ku here û bigihîje kê?
Bûyereke wiha skandal çawa dikane mimkûn be?
Ev û gelek pirsên wiha tên bîra meirv.
Lê dibê meriv bipirse, gelo ev îş çima wiha dibe?

Wiha dibe, ji ber ku dewleta tirk ne tu dewlet e, dewleteke fasafîso ye. Li Tirkiyê demokrasî û sîstemeke rûniştî tuneye. Ji bo ku bikanibin kurdan bikijin, ji dêlî rejîmeke demokratîk, qanûnên demokratîk, rejîmeke tarî, leşkerî û nîjadperest û dîktator ava kirine. Di rejîmên wiha da hertişt dikane bibe.

Heta ku mesela kurd çareser nebe û kurd negihîjin azadiya xwe li Tirkiyê tevlihevî, kaos û skandal û rtezaletên wiha ewê tim bibin. Ji ber ku qanûnên heyî ne demokratîk in û karê tê kirin jî ne li gorî qanûnan tê kirin.

MIT bi serê xwe dewlet e, pûlis bi serê xwe dewlet e, dad(sîsteme edaletê, huqûqê) dewlet e û hukûmet jî dewletek e…

A nuha ev çar pênc dewlet hemû li ser siyaseta li hemberî kurdan tê meşandin li hev nakin û loma jî bi hev ketine….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE