11 mars 2012

Berpirsiyarên asîmîlebûna zarokan dê û bav in


Serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, çend roj berê ji perwerdeya zarokxaneyên Diyarbekrê gazin kiribû û gotibû ku ji roja wî zarokên xwe şandine zarokxaneyê û virda ye zarokên wî bi wan ra bi kurdî napeyivin.

Ev yek rast e û gelşeke pir mezin e. Ji ber ku li zarokxaneyan zarok zû asîmîle dibin.
Berê li Kurdistanê ji ber ku di her malbatê da çend cîl bi hev ra dijiyan û piraniya jinan jî nedixebitîn, li mal bûn, loma jî zarok heta 7 saliya xwe bi kurdî baş xerab bingehek digirtin û ji asîmîlasyona total xelas dibûn.

Tirkî, piştî ku dest bi dibistanê dikirin fêr dibûn. Lê heta 7 saliyê bingehek kurdî digirtin. Vê bingehê ew ji asîmîlasyonê xelas dikir. Ji xwe sebebê ku kurd heta nuha asîmîle nebûne ev e, heta heft saliya xwe bi kurdî dipeyivîn û dû ra li dibistanê jî tirkî fêr dibûn.

Loma jî zarok weke îro zû asîmîle nedibûn.

Lê îro rewş li Kurdistanê hatiye guhertin, malbat biçûk bûne û gelek jin jî weke mêran dixebitin, kesên li mal li zarokan binêrin tunene. Loma jî gelek dê û bav mecbûr dibin ku zarokên xwe bişînin zarokxaneyan.

Û li zarokxaneyan jî ji ber ku ziman bi tirkî ye zarok zû asîmîle dibin û li malê naxwazin bi dê û bavên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Li Swêd him zarokxane hene û him jî sîstema ”dadîtiyê”, nêrîna li malê heye.

Zarokxane weke dibistanan ji alî belediyê ve tê vekirin, belediye mecbûr e ji bo hemû zarokên wê taxê cî temîn bike.

Û li alî din sîstema dadîtiyê heye. Yanî jinek li mala xwe li çend zarokan mêze dike.

Dê û bav weke bibin zarokxaneyê, zarokên xwe dibin mala dadiyê û êvarî jî gava ji kar tên diçin zarokên digrin.

Dibê êdî li Kurdistanê jî ev sîstem hebe. Yanî him zarokxane û him jî jinên ya jî kesên ku li malan li zarokan mêze dikin hebin. Bi tirkî jê ra dibêjin, ”çocûk bakicisi” yanî kesa ku li zarokan dinêre.

Weke li Swêd, dibê li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê jî belediye zarokxaneyan veke.

Na heger qanûn nuha dest nade, wê demê jî dibê kesên kurd dest bavêjin vî karî û li alî din jî sîstema dadîtiyê jî were destpêkirin.

Dema tiştekî wiha dest pê bike weke dersxaneyan, ewê zû belav bibe û kesên xwenda û ehil, bi tahsîl jî ewê dest bavêjin vî karî.

Ya din, ji xwe ji dêlî ku meriv zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke tirkperest ku zarokên meriv asîmîle bike, meriv deyne ba jineke kurd ya kurdîaxêv sed qatî çêtir e.

Hema ew jin qet tiştekî nizanibe, heta êvarî bi zarokan ra bi kurdî bipeyive jî bes e.

Û ji xwe gava bazar hebe, însanên zana, bi tahsîl û ehlê vî karî jî weke dersxaneyan ewê têkevin bazarê û dest bi vî karî bikin.

Loma jî kêmasî û sûc ji zarokxaneyan bêtir, yê dê û bava ye, weke bav yê Baydemîr e..

Baydemîr ne mecbûr e zarokên xwe bişîne zarokxaneyeke ku zarokên wî asîmîle dike, dikane deyne ba jineke kurd.

Li Diyarbekrê bi hezaran kesên bêkar hene. Her jinek li mala xwe ya jî li mala zarokekî dikane li çend zarokan binêre. 

Kêmasiyên jinê hebe meriv dikane perwerde û fêr bike, lîstok û materyalên din temîn bike….

Yanî dema belediye, siyasetmedar, ronakbîr û dê û bav serên xwe bi vê meseleyê ra biêşînin riyên çareseriyê pir in.

Ji bo kurdan mesele perwerdeya zarokan ya berî dibistanê îro meseleya herî girîng e, dibê kurd di zarokaxaneyan da asîmîlebûna zarokên xwe ebeden qebûl nekin û zarokên xwe neşînin van hêlînên asîmîlasyonê.

Lê li gel vê zanînê jî kesên zarokên xwe bişînin zarokxaneyên tirkî wê demê jî mafê wan yê gazinan tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE