17 mars 2012

Do hemû kurd heznî bûn

Weke her sal, îsal jî di 16-ê Adarê roja komkujiya Helepçeyê da li Stockholmê kurd dîsa heznî û li ser nigan bûn.

Do li Stockholmê çend bîranîn û merasimên 24 saliya komkujiya Helepçeyê hebûn.
Bîranîna pêşî li Meclîsa Swêd hate çêkirin. Serokê tora Swêd û Kurdistanê Fredrîk Malm, bi deqîqeyeke rawestina bîranîna ji bo şehîdên Helepçeyê merasim da destpêkirin û mûm hatin vêxistin.

Bîranîna din bi merasimeke mezin û bi bernameyeke gelkî dewlemend li dêra Adolf Fredriks Kyrka yê ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ve hate çêkirin.

Ez û xanima xwe Hêvî, em beşdarî merasima dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê bûn. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, li gel gelek çalakiyên din, her sal ji bo Helepçeyê bi dûzan merasimeke bîranînê li dêra ”Adolf Fredriks Kyrka” yê jî çêdike.

Îsal jî merasim li eynî dêrî bû. Dêr tije kurd û swêdiyên dostên kurdan bûbûn. Sûretên komkujiyê yên di fîlm da, muzîka kurdî ya heznî û avahî û atmosfera dêrê ya dîrokî êş û jana dilê kurdan û mêvanan girantir û mezintir dikir û gelek kesî ji ber vê êşê xwe ranedigirt û li rast û çepê min hêsir dibarandin. Kurd ji bo xwe, ji bo mirî û û şehîdên xwe digriyan.

Weke her sal, îsal jî ji hemû partiyên Swêd siyasetmedar û kesên dostên kurdan beşdarî merasimê bûn û li ser karasata Helepçeyê peyivîn.

Di nava kesên beşdar û axaftevan da, wezîra Yekîtiya Ewrûpa Birgitta Ohlsson, serokê berê yê Partiya Çep Lars Ohly, serokê Partiya Kesk Asa Ramson, sekretera Partiya Sosyal Demokratan Carin Jämtin, nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Iskandînavya Hêriş Xola , nûnerê Komîteya Hevkariya Hezên Siyasî yên kurd û Kurdistanî Zagros Xosrewî û nivîskar Ann-Catrîn Emanuelson hebûn.

Van dostên kurdan hemûyan jî li ser komkujiya Helepçeyê û rewşa kurdan, li ser xebat û têjoşîna kurdan ya ji bo azadî û serxwebûnê piştgiriya xwe nîşan dan û axaftinên ji dil kirin.

Axaftvanên kurd û swêdî û seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslanê, xwestin ku Neteweyên Yekbûyî komkujiy a Helepçeyê weke ”komkujiyeke li hemberî miletê kurd” qebûl bike.

Û her wisa roja 16-ê Adarê jî weke rojeke navnetewî ya li dijî çekên kîmyayî were qebûlkirin û hukûmeta Swêdê jî him bi xwe qebûl bike û him jî ji bo vê yekê bixebite û piştgiriyê bide kurdan.

Komkujiya Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr e. Komkujiya Helepçeyê him qetlîameke li hemberî kurdan e û him jî sûcekî li hemberî însaniyetê ye.

Ez di 24 saliya komkujiya Helepçeyê da careke din serê xwe li ber hemû şehîdên Helepçeyê û yên Kurdistanê ditewînim û hemûyan bi hurmet û rêzdariyeke mezin bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE