15 mars 2012

Helepçe, birîna dilê kurdan ya bêderman!

16ê Adarê, roja ku zaliman jahrî bi ser kuredan da barandin.
Di dîroka miletê kurd da 16-ê Adara 1988a rojeke pir xembar, rojeke pir reş e.
Di 16ê Adara 1988a da rejîma Saddamê dîktator bi ser bajarê Helebçeyê da jahr barand, bajarê Helepçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir.

Di bombebaranê da li dora 5-6 hezar însan bi carekê da hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn û seqet man.

Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da 5-6 hezar însan dihatin kuştin.

Ji ber ku ev êrîşa hovane li hember miletekî bêpişt û bêxwedî, yanî li hemberî kurdan hatibû kirin, loma jî cîhanê di destpê da xwe kerr û lal kir, ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dewleteke din li hemberî vê jenosîda mezina tiştek nekir.

Ji xwe heger ne xêra sûretên çend rojnamevanan bûya kesî nedibîhîst ku li hemberî kurdan qetlîameke wiha bûye.

 Qetlîama Helepçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê tu carî ji bîr nekin.

Di 24 saliya qetlîama Helepçeyê da ez hemû şehîdên Helepçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemeû şehêdan ditewînim.


XXX
Heta ku piraniya kurdan nebêjin ”ya serxwebûn ya mirin” kurd serxwebûnê nabînin.
Berê di nava siyasetmedar û serokên kurdan da tenê Abdulah Ocalan nedigot ”serxwebûn”, loma jî hemû siyasetmedar û serokên kurdan ew bi şîdet rexne dikirin.

Lê nuha dinya guherî, êdî piraniya siyasetmedar û serokên kurdan bûne Ocalan û heta sola wî di teqê ra avêtine, li gorî wan êdî ”serxwebûn” ne daxwazeke realîst e, dibê kurd daxwazên maqûltir ji dewletê bikin.

Ji bo ku Ocalan ji kurdan ra ”serxwebûn û dewlet nedixwest” yên do li dijî wî bûn, îro bûne dost û sempatîzanên hukûmetê, hevkarî û muhebatan wan roj bi roj zêdetir dibe.

Ji van serokan hinên wan, ji bo ku karên xwe wenda nekin, hinekên wan ji bo ku nabêna xwe û hukûmetê xera nekin newêrin gotina mafê serxwebûnê bigrin devê xwe jî.

Êdî her kes bûye milyaketê aştiyê, gotina aştiyê bûye benîştê devê her kesî, her kes li dijî şer e û şîdetê ye û xwe davîje bextê Erdogan û hukûmetê.

Êdî Erdogan û ûjdan û merhemeta xwe, camêr çi mafî rewayî me kurdan bibîne ew dizane…
Hey dinya hey, berê çi serok hebûn !!!


XXX
Qencî ji qenciyê, xerabî ji xerabiyê dizê.
//Budha

 Tirs weke şewbê ye, ji mezinan derbasî zarokan dibe.
//B. Russel

 Siyaset karekî zahmet e, yê bi dilê xwe dikevê dibê jê gazinan neke.
//G. Grass

 Rastî, weke kevirekî hişk, weke gulekê nerm e.
//M. Gandhî


Kesê bêbawerî weke keştiya bêpûsile ye. Loma jî di van rojên giran da dibê kurd baweriya xwe ya bi serkeftinê wenda nekin. Baweriyeke xurt şertê serkeftinê yê yekem e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE