03 mars 2012

Hin kes cî diguherînin

Wê rojê me bi Cemîl Gundogan ra li ser bûyerên dawî yên li Tirkiyê, vegera Kemal Burkay û transferên TRT6-ê yên van demên dawî sohbet dikir.

Gundogan, çûn û hatin, enîguhertin, transfer û hemû hemleyên AKP-ê normal dît û got, rejîma kemalîst têk çû, nuha hêzeke îslamî li ser hukum e.
Gelek kurdên berê bi hêzên kemalîst ra bûn nuha jê vediqetin, hinek tên ba me û hinek jî diçin ba rajîma nuh ya AKP-ê.

Û hinekên berê bi me ra yanî bi kurdan ra bûn, ew jî nuha ji kurdan vediqetin û diçin ba hukûmeta AKP-ê û dibin hevalbendên wê.

Ev çûn û hatin û guherandina ref û cepheyê hîn neqediyaye, di rojên pêş da ewê dom bike.
Li gorî Gundogan, loma jî dibê meriv têkiliyên hukûmetê û Burkay û hin siyasetmedarên kurd yên din di vê çarçeweya ref û cephe guhertinê da bibîne û zêde şaş nemîne.

Bi dîtina min jî tespîteke rast e, hinekên berê serok û kadirên kurdan yên pêşî bûn nuha diherin ba rejîmê û bibin aqilmendên AKP-ê û hinekên berê bi dewletê û rejîma kemalîst ra û AKP-ê ra bûn ewê jî ji wan veqetin û tên nava kurdan.

Ji xwe ji nuha da van çûnûhatinan wa ye dest pê kiriye. Gelek kesên berê bi AKP-ê ra, tevgera Refahê û partiyên tirk yên din ra bûn jê vediqetin û tên nava kurdan. Û li alî din hinek serok û kadirên kurdan yên berê jî ji tevgera kurd dûr dikevin û diçin ba hukûmeta AKP-ê, li wir cî li xwe xweş dikin.




XXX
-Di bexçeyekî gulan da derbas bibe umrê min,
ezê dîsa jî di ser te ra tu gulê bîhn nekim gula min,
dixwaze bira bîhnkirina te bibe mirina min,
bawer bike tu hêjayî meriv ji bo te bimre gula min


XXX
-Di bedena min da canek heye bi qasî kefa destekî ye, di wî canî da dilek heye bi qasî cîhanekê ye, di wî dilî da evînek heye bi qasî hemû çiyayên dinyayê ye, di wê evînê da tu heyî û tu yê hebî heta ku ev can li darê dinyayê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE