28 mars 2012

Hukûmet bi piştgiriya kurdên xwe vê zulmê li kurdan dike

Nivîsakarê rojnameya Zamanê Îhsan Dagi, sebebê vê terora hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan bi bêdengiya kurdnên AKP-ê ve girêdide û dibêje, çimkî helnekirinina mesela kurd zirarekê nade hukûmetê. Loma jî AKP, meselê çareser nake.

Dagi dibêje, ”Hukûmet hesab dike, gelo ez mesela kurd çareser bikim li karê me ya jî nekim li karê me?”

Bi rastî jî wisa ye, dewlet çi zulmê li kurdan dike jî dost û h...evalbendên AKP-ê yên kurd dengê xwe nakin.

Hukûmet li hemberî kurdan terorke pir mezin dide meşandin, nahêle kurd meşekê, çalakiyekê bikin, nahêle kurd Newroza xwe pîroz bikin, lê ji kurdên AKP-ê deng tuneye.

Hukûmet rojê 40-50 kurdî davêje zindanê, di zindanên Tirkiyê da 7 hezar girtiyên kurd yên siyasî hene, lê dîsa jî kurdên AKP-ê dengê xwe nakin, nabêjin weleh em vê zulmê qebûl nakin.

Heta nuha yek parlamenterê AKP-yî li hemberî vê zulma li ser gelê xwe du gotin negotiye.
Heta nuha yek kurdî ji ber vê zulma hukûmet li kurdan dike ji AKP-ê îstîfa nekirye.

Erdogan jî bala xwe didê ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê tu zirarê nabîne, kurdên pê ra li dij dernakevin, loma jî êrîşên xwe didomîne.

Ev demeke hukûmet qala ”stratejiyeke nuh” dike. Herçiqas navê wê nuh be jî lê di ”stratejiya nuh” da tu tiştekî nuh tuneye. Esasaê naveroka ”stratejiya nuh” weke berê dîsa înkar û helnekirina mesela kurd e.

Hukûmet dixwaze tevgera kurd ya siyasî ji alîkî da bi operasyonan, bi şer û bi girtinên girseyî, bi terorîzekirina BDP-ê û bi qetlîamên mezin mijûl û qels bike, bîne nuxteya ku ew dixwazin.

Heger kurd li hemberî van êrîşên hukûmetê siyaset û tevgereke ku hukûmeta AKP-ê bitirsîne dernexin pêş, hukûmetê vê xeta xwe ya îmhakirinê hêdî hîdî bidomîne.

Dagi dibêje, ”hukûmetê ji bo çareseriyê rîskên siyasî negre. Û ji xwe Ji bo çi ewê bigre ku? Çimkî çaresernebûna meselê ji bo AKP-ê maliyeteke wê ya siyasî ya cidî jî tuneye.”

Li gorî Dagi, heger kurdên AKP-yî îtîrazî vê siyaseta AKP-ê ya helnekirina meselê bikirana AKP-ê ewê hewqasî bêperwa hereket nekira.

 Dagi dibêje:
”Piraniya kurdan rayên xwe didin AKP-ê. Kesên rayên xwe didin AKP-ê tesîreke wan ya cidî, heta daxwazeke wan jî tuneye.

 Parlamenterên kurd yên AKP-ê jî ji bo çareseriya mesela kurd tu pêşniyar û daxwazeke wan ji AKP-ê tuneye.

 Ne dîtinên parlamenterên kurd yên AKP-yî tê pirsîn û ne jî ew dengê xwe dikin.
Bi kurtî ne hilbijêr û ne jî ji parlamenter ji bo çareseriya mesela kurd zextê nadin ser partiyê. Û ewê nekin jî.”


Yanî berdewamiya meselê ya bi vî rengî ne zirarekê dide hukûmetê û ne jî dide aboriya Tirkiyê. Ji xwe di qada navnetewî da jî mesela kurd ji bo hukûmetê tu astengiyan dernaxe, kes ji Erdogan ra nabêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin, çima hûn mafê wan nadinê?

 Ê heta ku rewş wiha be helbet Erdoganê dev ji vê siyaseta xwe ya êrîşkar û îmhayê bernade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE