25 mars 2012

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin dike

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li paytexta Koreya Başûr Seûlê bi Serokê Emerîkayê Barack Obama ra hevdîtineke dirêj pêk anî.

Li gorî ku ajans radigihînin rojeva sereke ya hevdîtinê midaxeleya Sûriyeyê û şerê li dijî PKK-ê bûye.
Piştî hevdîtinê Obama û Erdogan bi hev ra daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê DYA-yê Barack Obama, diyar kir ku piraniya hevdîtina wan li ser mijara Sûriyê bûye, lê Îran jî hatiye rojevê.

Obama got, “Di meseleya Îranê da hin pêşketin hene. Lê dibê Îran tiştên ku dikeve ser milê wê bicî bîne."

Erdogan ji civînê û ji biryarên hatine girtin pir memnûn xuya dikir. Erdogan jî di axaftina xwe da diyar kir ku ”mijara wan ya sereke Sûriye bû û li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin nabe ku meriv mudaxele neke.”

Erdogan got, ”heta nuha 17 hezar birayên wan yên sûriyeyî hatine Tirkiyê. Û nabe ku ew li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin bêdeng bimînin.”

Erdogan got, ”Ev erka me ya wijdanî ye. Emê di vê çarçoveyê de li gorî hiqûqa navneteweyî tiştê pêwîst bikin.”

Erdogan, di axaftina xwe da li ser Îraqê jî temasî tiştekî girîng kir û got, ”Me pêşketinên li Iraqê ji bîr nekiriye. Ez bawer dikim ku hewildan li Iraqê di demek nêzîk da ewê aşitiyê bîne.”

Bi ”pêşketinên li Îraqê” bêguman qesta Erdogan destkeftin û statuya kurdan e. Erdogan dixwazebibêje ku şaşiya wan li Îraqê kir ewê li Sûriyê dubare nekin û rê nedin kurdên Sûriyê ew jî weke kurdên Îraqê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Li ser alîkariya Emerîka ya li dijî PKK-ê jî Erdogan memnûniyeta xwe anî zimên û got, ”ew pir keyfxweş in ku Emerîka di vî warî da li pişt wan e û têkoşîna li dijî PKK-ê ewê dom bike."

Erdogan her çiqasî dibêje ku di hevdîtinê da mijara sereke ”bûyerên” Sûriyê” bû jî rast nabêje, bi îhtîmaleke mezin mijar dîsa şerê li dijî PKK-ê bûye.

Erê Erdogan ji alîkariya Emerîka memnûn xuyaye, lê ji bo têkbirina PKK-ê hewcedariya Tirkiyê bi alîkariyeke hîn xurttir û hîn berfirehtir heye.

Ji xwe di van demên dawî da zayiatên gerîla didin jî hemû bi xêra alîkariya Emerîkayê ye, bêyî îstîxbarat û teknîka Emerîka artêşa tirk nikane derkeve hemberî gerîlayên kurd.

Emerîkayê çawa ku heta nuha di şerê li dijî PKK-ê da piştgirî daye Tirkiyê, ji nuha û pê va jî ewê vê piştgiriya xwe bidomîne. Ji ber ku kara wan di piştgiriya Erdogan da heye, lê di ya kurdên bakur da tuneye.

Bi saya vê piştgiriyê Emerîka bi milyaran çekan difroşe Tirkiyê û li herêmê jî hukûmeta AKP-ê ji xwe ra weke taşaron bikar tîne. Loma jî bi îhtîmaleke mezin ewê piştgiriya xwe bidomînin.

Li alî din, bi qasî ku xuyaye hukûmeta AKP-ê ji bo mudaxeleyî Sûriyê jî pir bêsebriyê dike, dixwaze rojekê berî rojekê têkeve Sûriyê û li herêma kurdan yanî li Kurdistana Rojava ”herêmeke tampon” ava bike. Erdoga di axaftina xwe da qala vê meselê jî kir.

Lê di vî warî da hîn hin asteng li pêş Erdogan hene. Dibê Îran, kurdên başûr(hukûmeta Kurdistana Federe)û Rûsya werin îqnakirin.

Li gorî ku medyaya tirk dinivîse di vegerê da Erdoganê here Îranê û hewil bide ku di mesela Sûriyê da Îranê îqna bike.

Helbet Îran jî belaş îqna nabe, dibê ew jî garantiyê bigre ku Emerîkayê di mesela çêkirina enerjiya nukleer da Îranê rehet bihêle.

Serokê herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî jî do ji alî Obama ve hate vexwendin.
Li gorî medya sosyal ya kurd dinivîse di destpêka meha bê da Mesûd Barzanî ewê here Emerîkayê.
Diyar e Emerîka dixwaze kurdên başûr û Tirkiyê nêzî hev bike û di mesela mudaxeleya Sûriyê, rewşa PKK-ê û kirîza bi hukûmeta Malikî ra kurdan îqna bike.

Êdî her kes dizane ku nabêna Hewlêrê û Bexdayê qet ne baş e, kurd qala îlankirina serxwebûna Kurdistanê dikin.

Di van demên dawî da serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexneyên tûj li Malikî girt û got ”êdî sebra wan nemaye û heger çareseriyek neyê dîtin ewê berê xwe bidin gelê xwe û biryara xwe bidin.”

Li Îraqê lihevnekirina ereban ya xwe bi xwe hukûmeta AKP-ê neheret dike, hukûmeta AKP-ê dixwaze ereb li hemberî kurdan yek bin û Kerkûk û Mûsilê û bajarên din nedin kurdan û serxwebûna wan qebûl nekin.

Dîsa tirk ji şêla hukûmeta Kurdistanê ya li hemberî PKK-ê û ji alîkariya wan ya bi kurdên Sûriyê ra jî gelkî nerehet in.

Ji bo kurdên başûr di van waran da şêla xwe biguherin Tirkiye dixwaze Emerîka zextê bide ser kurdên başûr.

Netîce hemû bûyer nîşan didin ku hukûmeta AKP-ê bi dil û can dixwaze têkeve Sûriyê û şerê li hemberî PKK-ê gurtir û berfirehtir bike. Ji bo hazirkirina bingehê vê yekê jî bi hovîtiyeke mezin diçin ser BDP-ê û bi hezaran kadir û endamên wê dixin zindanan.

Herçiqas Erdogan demagojiya diyaloga bi BDP-ê ra dike jî vir e, ew li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin û berfirehtir dike. Di rojên pêş da hukûmeta AKP-ê li ser daxwaza Erdogan ewê xwe li têlekê biqelibîne û bi baheneyekê têkevve sûriyê û li wir êrîşê bibe ser kurdan. Ji bo ku kurdên wir piştî ketina Esed mafekî netewî bidest nexin.

Tirkiye dixwaze piştî têkçûna rejîma Esed li Sûriyê bibe xwedî gotin û herêmên kurdan jî têxe bin destê xwe. Ji bo kurd nikanibin gavekê bavêjin.

Îşxaleke wiha ji bo hukûmeta kurdên başûr jî dibe tehlûkeyeke pir mezin, wê demê Kurdistana Federe dikeve nava çemberê.

Lê heger kurdên başûr vê daxwaza Tirkiyê û Emerîkayê qebûl nekin û nebin şirîkê vê planê, Tirkiye zû bi zû ewê nikanibe têkeve Sûriyê û heger têkevê jî ewê hemû miletê kurd li hemberî xwe bibîne.
Panzehîra planên Tirkiyê hevkarî û tifaqa kurdan e, heger kurdên herçar perçeyan di kongreyeke netewî da tifaqa xwe îlan bikin Tirkiye nikane bi wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE