27 mars 2012

Neheqî meriv zorba û zalim dike

Ahmet Altan li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê û terora ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDPÛ-ê û kurdan dimeşîne dîsa nivîseke baş nivîsîye û rastî û heqî xweş aniye zimên.
Gotiye dewlet û hukûmeta AKP-ê li ser kurdan neheq in û loma jî ji kurdan ditirsin.

"Neheqî, meriv zorba û tirsonek dike.
Dike qedexekar.
Dike bêçare
Tu neheq bî tu yê bitirsî.
Tu ji PKK-ê ditirsî.
Tu ji gelê kurd ditirsî.
Tu dikujî, davêjî zindanê, rojnameyê digrî lê dîsa jî ditirsî.
Ji ber ku neheqî meriv tirsonek dike, meriv ji neheqiya xwe ditirse."
Rast e, heger ne tirsiyana bi vê hovîtiyê nedçûn ser kurdan…



XXX
Rojnameya Wall Street Journal, di şiroveyeke xwe da gotiye , ”Li herêma Kurdistana Federe giraniya Tirkiyê ji ya Hukûmeta Merkezî ya Îraqê zêdetir e.”

Bi baweriya min jî ev tespît rast e, him giraniya Tirkiyê û him jî hezkirina Tirkiyê ji ya Îraqê û hukûmeta merkesî zêdetir e.

Lê hemberî vê giraniya Tirkiyê û tolerans û hezkirina kurdên başûr, hukûmeta AKP-ê gorra kurdên başûr dikole, Beşer Esed, Malikî û ereban li hemberî Kurdistana Federe pîj dike.

Û miletê tirk jî kurdên başûr(helbet ji hemû kurdan)weke neyarên xwe yê herî mezin dibînin.
Li başûrê Kurdistanê hebûna giraniya Tirkiyê ji bo kurdan ne ji xêrê ra ye û ne jî di berjewendiyên kurdan da ye, dibê kurd vê giraniya tirkan ya siyasî miheqeq kêm bikin.


XXX
-Heger dijminê te xelatekê dide te, di te da pûştiyek heye.
//Fîdel Castro

Ne xelat jî, heger dijmin qederê te bigre, pesnê te bie, îmkanan bide te, te mezin bike, bela xwe di te nede jî "pûştiyek" di te da heye.

 Ji ber ku dijmin belasebeb xelatê nade te, çavê xwe ji te ra nagire, miheqeq hesabek, fêlbaziyek di vê şêla dijimin da heye.


XXX
Ez îşev(do êvarî) beşdarî bernameyeke Newroz TV-ê bûm. Bername li ser stratejiya AKP-ê ya û "nuh" (!) bû. Ez nuh hatim mal. Loma jî min pê ra negîhand îşev tiştekî binivîsînim.
Bi roj jî ciyê kar ez şandim qursekê, heta êvarî min wer li leqeleqe swêdiyan guhdarî kir.
Ez îro gêj û mest bûme, taqeta nivîsandinê bi min ra nemaye...



XXX
-Hakim dozger, polîs û mensûbên MIT-ê li Tirkiyê ewê nikanibin bibin endamên sendîkeyan. Normal e. Ji xwe di vê sedsalê da hewcedariya kesên ji van meslekan ne bi sendîkayan, bi cemaetan heye.
//Gulhan Elmas
Not: Peyv bi tirkî bû, min kir kurdî.



XXX
Dibêjin li Tirkiyê dikin partiyeke heywîn(ya lawir, ajalan)ava bikin. Ser xêrê be…
Lê belê ez hêvî dikim ku tiştên hukûmeta AKP-ê tîne serê kurdan neyne serê wan heywanên kerr û lal jî. Ji ber ku çi heywan, çi însan li Tirkiyê kî doza mafê xwe bike hukûmeta AKP-ê lê tê xezebê û malikê lê diviritîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE