24 mars 2012

Sînorê cehaletê tuneye

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê Egemen Bagişê Bîngolî li Belçîkayê hinekî zêde xwe berdaye û gotiye, kêmasiya Yekîtiya Ewrûpayê ya serokatiyê heye. ”Hewcedariya Yekîtiya Ewrûpayê jî bi mîmarê pêşketina Tirkiyê hoste Recep Tayyip Erdoga heye.”

Merivê cahil ji ber cahiliya xwe cesûr e. Sînorê zanînê heye, lê yê cahiliyê tuneye. Loma jî Bagiş weke şelafekî ji bo mezinayiya Erdogan çi bibêje jî normal e.
Çi...mkî cahil e…

Ewrûpî bi fortên wiha dikenin û tu carî hêjayî bersîvê jî nabînin. Ew dizanin ku ev komples mexsûsî mirovên Rojhilata Navîn e û bi taybetî jî mexsûsî tirka ye.

Tirk nexweşê mezinayiyê ne, dema yek pesnê mêranî û mezinayiya wan bide pir kêfa wan tê.
Loma Demirel tim digot, ”Tirkiye welatekî mezin e”!

Çimkî Demirel dizanîbû ku tirk ji gotina ”mezin” pir hez dikin.
Piştî vê gotina Bagiş, pir ne dûr e ku Erdogan peruyekê bi Bagiş ve ke. Çimkî ew mezin kiriye…
Lê her kes dizane ku siyasetmedarek ne bi fortan, bi berhemên li pey xwe hîştiye, bi pêşketina welatê xwe, bi demokrasî û azadiyên li welatê xwe, bi refaha mirovên xwe, bi hebûna heq û edelat li welatê xwe mezin dibe.

Halbû her kes dizane ku li Tirkiyê vanan yek jî tuneye, li cîhanê li tu welatekî din bi qasî Tirkiyê siyasetmedar, rojnamevan, abûkat û hunermed ne di zindanan da ne.

Îcar wezîrê welatekî wiha paşdamayî û antîdemokratîk hîn haya wî ji halê wî tuenyeû pesnê dîktatorekî weke Erdogan dide.

Ciyê jidayikbûna Egemen Bagiş Bîngol e, lê ez nizanim gelo kurd ya na. Durfê kurdan zêde pê nakeve, dikane zarokê mamûrekî be jî.

Lê Xwedê hefza meriv bike, dikane kurd be jî. Axirê dê û bavê wî kurd bin jî ew bi fikir û hestên xwe ne kurd e, heta neyarekî kurdan yê temam e.

Ew di nava hukûmeta AKP-ê da ji çend kesên ku baş neyarên kurdan yek e.
Ji xwe baş ne neyarê kurdan bûya Erdogan ew nedikir şêwirmendê xwe û wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê.

Lê çi mixabin ku li Tirkiyê zircahil jî dibin wezîr, ji ber ku civata tirk bi xwe ne kamil e. Civata tirk civateke nekamil û bi kompleks e, ji kesên zirzop, qebedayî û nîjadperest hez dike. Kî zêde pesnê tirkan û Tirkiyê bide civat bêtir ji wî kesî hez dike. ..
XXX
Dibê meriv bi cahilan ra hevaltiyê neke, merivê cahil dikane bi qasî dijminekî zirarê bide meriv.

4 kommentarer:

  1. E. Bagis ne Bingoli ye, Serti ye

    SvaraRadera
  2. Di Googlê da bîngolî dinivîse.

    SvaraRadera
  3. Ji Serte ye le li Bingole hatiye dine.

    Bave wi demek seroke saredariya Serte buye.

    www.egemenbagis.com

    SvaraRadera
  4. Gelek sipas birayê hêja. Heger ereb be dikane hewqasî neyartiya kurdan bike.
    Ya girîng xerab û faşîstekî wiha ne kurd e, bi viya kêfa min hat.
    Sipas

    SvaraRadera

PARVE BIKE