10 mars 2012

Zarokên me bi bername û fîlmên tirkî mezin dibin

Çend roj berê kanaleke telewîzyonê ya nuh, Nûçe TV-ê li cîhana telewîzyonên kurdî zêde bû. Bi xêr û bimbarek be û jê ra serkeftinê dixwazim.

Bîstek berê di înternetê da min cara pêşî li programa bi Ertugrul Kurkçu ra temaşa kir.

Ji ber ku navê wê ”Nûçe TV-ê” ye, min wisa bawer dikir ku ewê tenê nûçeyan biweşîne. Ji xwe di îlanê da jî hatibû gotin ku ewê ji saetê carê xeberên bi kurdî, tirkî û ...îngilîzî bide.

Lê tiştê ez dibînim ewê ne tenê nûçeyan, weke Roj TV-ê tiştên din jî biweşîne yanî meriv dikane bibêje ku ewê dewsa Roj TV-ê dagre û kurdî dîsa ewê ne zimanê esasî be.

Nûçe TV, Roj TV, Stêrk TV, Newroz TV, Zagroz TV, Kurdsat, Kurdistan Tv û Kurd1 hemû jî kanalên kurdan e. Belkî hin kanalên din jî hene.

Lê bêyî Kurd1-ê, hemû kanalên din jî dişibin hev û weşanên nêzî hev dikin; xeber, muzîk û hevpeyvîn.

Ji van kanalan yek jî(Kurd1 ne tê da)li dijî asîmîlasyonê û ji bo zarokên kurd tiştekî nakin, programên hemûyan mişt reqlam û propaganedeya partiyên wan û tingering û leqleqa siyasî ye.
Ji van telewîzyonan yek jî berê xwe nade zarokên kurdan û bernameyên ku xîtabî zarokan bikin, zarokan celbî temaşekirina kurdî bikin çênakin.

Û loma jî zarokên kurdan ji sibehê heta êvarî li ber kanalên tirkî, farisî û erebî rûdinin û him asîmîle dibin û him jî ji kurdayetiyê dûr dikevin. Bi taybetî jî zarokên kurdên bakur ji kanalên tirkî fikir û ramanên tirkperestiyê digrin, dibin xerîbê ziman û qewmê xwe.

Ji bo me kurdan ev felakteke mezin e, ma ne dibê nuha di van kanalan hemûyan da bernameyên zarokan hebûna. Ya jî kanalek, du kanalên zarokan hebûna û giranî bidana bername û fîlmên zarokan, fîlmên karton...

Hêzên siyasî, kesên dî desthilat dibê li ser vê meselê rawestin û di vî warî da miheqeq gavekê bavêjin.

Dibê kurd weke her miletî ji zarokên xwe ra bername û fîlmên zarokan çêkin, bidin çêkirin. Û him jî dibê bi rengekî cidî û profesyonel werin çêkirin ji bo ku kanibin bi bername û fîlmên tirkî ra reqabetê bikin.
Ya na, zarokên me ewê di bin tesîra fikir û ramanên tirk, faris û ereban da bimînin û asîmîle bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE