04 mars 2012

Ziman jî dimre !

Li gorî tê texmînkirin li cîhanê li dora 6900 ziman hene û ji van zimanan nîvê wan pê nayê nivîsandin. Yanî tenê însan di nabêna xwe da pê dipeyivin. 

Û dîsa li gorî tê texmînkirin li cîhanê ji her du hefteyan carê zimanek dimre.
Heger heta çend salên din kurd li bakurê Kurdistanê mafê perwerdeyê ji dewleta tirk nestînin zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) jî ewê bimre.Kurdino, kurdî bi civîn û konferansan ji mirinê xelas nabe, ji bo ku kurdî nemre dibê kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Zinaê ku ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe mahkûmî mirinê ye.

Sebebê ku kurdî heta nuha nemiriye, kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin. Lê nuha êdî piraniya kurdan bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, loma jî kurdî ketiye dora zimanê mirî...


XXX
-Hûn dizanin ferqa di nabêna cehalet û dehayê da çi ye? Deha(zanîn) sînorên wê heye, lê cehalet tu sînorekî wê tuneye.
Û ji ber ku cehalet bêsînor e, loma bê pîvan e jî, meriv nikane mîtroyê lêxe bê kî çuqasî "dahî" û kî jî çuqasî cahil e.
Dinya jî xera bibe, tu hezar û yek şahidan jî bînî tu nikanî şaşî û "cehiliya" siyasetmedar û rîsipiyekî kurd pê bidî qebûlkirin.
Ewê tim ji te ra bibêje di nava siyasetmedarên kurd da yê herî dahî, yê herî biaqil, yê herî rast, yê herî paqij, yê herî bêkêmasî û bêşaşî tenê ew e...


XXX
Bulent Arinç di vê axaftina xwe ya dawî da heqaretê hîn mezintir li kurdî û kurdan kiriye û dîsa gotiye, bi kurdî perwerde nabe, çimkî kurdî ne zimanê medeniyetê ye.

Û ji Kurdistana Federe ra jî gotiye, "Bakurê Îraqê" û dû ra jî henekê xwe bi perwerdeya kurdî ya li Kurdistana Federe kiriye û gotiye, "dikane li bajarê Îraqê Silêmaniyê li mektebekê perwerde bi kurdî be, lê ev nayê wê maneyê ku meriv dikane ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê bi kurdî bixwîne."
Arinç, him nahêle kurd bi zimanê xwe bixwînin û kurdî bi pêş xînin û him jî dibêje kesên bi kurdî zanin tunene û kurdî zimanekî pir feqîr û paşdamayî ye û loma jî nabe ku meriv vî zimanî bike zimanê perwerdeyê.
Di dawiya axaftina xwe da jî eşkere li dijî perwerdeya kurdî derketiye û gotiye, "dibê hûn bizanibin ne mimkûn e ku ez perwerdeya kurdî ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê qebûl bikim."


XXX
Wek tê zanîn, "xortanî di jiyanê da care tê sere meriv". Û wê carê jî gelekên me qedir û qîmeta xortaniyê baş nizanin. Û dû ra jî gava hasil diçe mûsil dikin weke min dikin axa û offf...

Her bûdele(evdal) bûdeleyekî din ê ku wî biecibîne dibîne.
//BOİLEAU

Her kes dikane di fikrê xwe da şaş be. Lêbelê kesên bûdele şaşiyên xwe ebeden fêm nakin.
//CİCERO

Hûn çuqasî dirêj dijîn bijîn, bîst salên pêşî nîvê jiyana we ya herî dirêj e.
//SOUTHEY

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE