14 april 2012

Erdogan li Îraqê li hemberî kurdan çi siyaset meşand li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşîne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di dema ziyareta xwe ya Suûdî Erebîstanê da bi Qiral Abdullah Bin Abdullazîz ra gelşa Sûriyê jî peyivîye û ji Abdullah ra gotiye, ”Dibê Sûriye neyê perçekirin û yekîtiya wê neyê xerakirin.”

Hûn dibînin tirsa dilê Erdogan çi ye û ji Qiral Abdullah dixwaze rê li ber çi were girtin?
Tirsa Erdogan ya herî mezin dîsa azadiya kurdan e, Erdogan ditirse ku li Sûriyê jî kurd weke li Îraqê statuyeke siyasî bidest bixin.

Li Îraqê jî Erdogan ji serokên emerîkî eynî daxwaz dikir, digot dibê Îraq neyê perçekirin. Li vir jî Erdogan heman siyasetê dimeşîne. Ji ber ku neyartiye miletê kurd siyaseta ya Erdogan ya esasî ye, ew naxwaze kurd li tu beşekî Kurdistanê tu mafekî netewî bidest xin.

A sebebê esasî yê ku Erdogan dixwaze midaxeleyî Sûriyê bikin ev e, ew ji perçebûna Sûriyê û azadbûna kurdan ditirse.

Yanî hêsirê Erdogan yên ji bo gelê Sûriyê vir û demogojîye, ew ditirse ku kurd ji bindestiyê xelas bibin.

XXX
Ev hewa Swêd jî weke jinên wê, meriv qet nikane baweriya xwe pê bîne, tu hew dinêrî dibe berf, tozan û pûk û tu dîsa hew dinêrî piştî çend deqîqeyên dunya bû sayî û roj derket...

Heta bîstek berê jî li der berf û şilope bû, lê nuha roj derket, dinya sincîrî û ez û xanim derketin hewşê û me xwe da ber rojê, bedena xwe hinekî germ û tamarên xwe jî hinekî nerm kirin.

Îsal xezalek ya jî kerguhek hogirî(miseletî)hewşa me bûye, nehîşt yek kulîlk û laleyk jî serê xwe ji bin axê derxe, kîjan lale dipirçife tavilê xwe digihînê û dixwe. Çend hebên çûçik mane, min nuha di nava berfê da rismên wan girt...
Ez nizanim ez şevekê xwe bidim bende çi bikim?

XXX
Pêşangeha 4-em, do bi beşdarbûna Wezîrê Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker û parlamenterê AKP-ê Galîp Ensarîoglu hat vekirin. Ji 16 welatan 171 fîrme tevlî pêşangehê bûn. Di pêşangehê da amûr û alavên cotkariyê, çandiniyê û ajaldariyê tên nîşandan.

Lê Tirkiyê li deriyê Xêbûr ji heyeta Herêma Kurdistana Federe ra astengî derxistiye û wîze nedaye 60 kesên ku ewê başdarî pêşangehê bibûna.

Wezîrê ziraetê Mehdî Eker kurd e, lê wa ye destûr nedaye ji Kurdistana Federe kes beşdarî pêşangehê bibe. Ya jî nikanîbûye qedexeya li ser kurdên başûr rake.

Ev jî nîşan dide ku di nava AKP-ê û hukûmetê da kurd ne li ber tu tiştî ne, hemû jî pepûkên ber destê Erdogan in.

Meqam û wezîfeya kurdan di nava hukûmetê da çi dibe bila bibe, gava mesele bibe kurd û Kurdistan ew meqam û wezîfeya wan qet pênc pereyan nake, ew mecbûr in emrê Erdogan bicî bînin û nehêlin kurd ji bajerekî welatê xwe here bajarekî din.

Ew kurdên ku ji vê hukûmetê ra bibêje baş e, pê ra bibin dost û piştgiriya wê bikin ew , çi navî li xwe dikin bira bikin, ew jî hevkar û sûcdarên vê hukûmetê û vê rejîmê ne.

XXX
Hinek kurd fêm nakin bê ev hukûmet û ev dewlet ji bo çi hewaqas zulm li kurdan dike.
Nahêle kurd di vî halê bindestiyê da jî li welatê xwe rehet bigerin, li serê her riyê lserê her çend km. qereqolên pir mezin ava kirine û li derê ketine kemînan û rêwiyan radiwestînin, ji erebeyan dadixînin, bawilên wan vedikin, welhasil zulemeke mezin li kurdan dikin.

Newroz tê, nahêlin kurd Newroza xwe li gorî dilên xwe pîroz bikin.
Nahêlin kurd bi ala xwe şa bibin.

Nahêlin însan ji kê hez dikin hurmet û evîna xwe nîşanî wî bidin.
Ala xwe dixin çavên kurdan, sîmbol û şîarên xwe yên tirkperestiyê dixin çavên kurdan.
Çek û hêza xwe dikin çavê kurdan.

Welhasil vê zulmê meriv dikanene gelkî dirêjtir jî bike...
Hukûmeta AKP-ê vê zulmê li kurdan dike ji bo ku kurdan çavtirsiyayî û serkut bikin, ji bo ku kurd netahmijin serbestî û azadiyê. Ji bo ku îrade û şexsiyeta kurdan bişkînin. Ji bo ku kurd tim ji dewletê bitirsin...
Yanî AKP vê zulmê belasebeb li kurdan nake, vê terora girtinê belasebeb nameşîne....


XXX
Weleh buhar baş hat Stockholmê !!!
Ji do bi şev da ye berf dibare, lê ne tu berf e, şilopeyeke berbat e, bi liv nayê...
Ez di camê ra li berfa sipî ya li hewşê temaşe dikim û roja welatê xwe, cimat û şêwra hevalan xeyal dikim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE