07 april 2012

Leqleqên bêfeyde

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan siyaseteke pir zîrekane dimeşîne. Kanaleke xapandinê ji hin kurdan ra vekirine, her hefte çend kurd ji xwe ra li ser mijareke bêzirar saetekê dikin leqeleq.
Heta ji wan kurdan tê bira ji xwe ra di telewîzyonê da bikin leqeleq, kara hukûmetê tê heye, zirara wê tê tuneye.

Do êvarî çend kesan di TRT6-ê da 12-ê Îlonê minaqeşe kirin. Lê îşê xwe zêde ji kirinên rejîma AKP-ê û terora ku li hember kurdan tê meşandin neanîn.
Wek tê zanîn Erdogan hîn jî bi destûr û qanûnên 12-ê Îlonê Tirkiyê îdare dike, vê yekê rexne nakin, bi dadgehkirina Evren hukûmetê mezin dikin.
Bi tirkî gotineke heye dibêjin, ”tas jî ya kevn e û himam jî, tenê telaq hatine guhertin.”
Erê li Tirkiyê îro leşker ne li ser hukûm in lê dûzana wan daniye hîn berdewam e; qanûna esasî, qanûna partiyan, qanûna zanîngehan  û hemû qanûnên din hîn jî yên 12-ê Îlonê ne.
Kurd hîn jî nikanin navê partiyên xwe bi kurdî binivîsîn. Wê rojê li Diyarbekrê pûlisan navê Partiya Mazlûman ya bi kurdî bi darê zorê daxistin jêr.
Pûlisên vê hukûmeta ku hin kurd di TRT6-ê da pir pesnê wê didin wê rojê li Diyarbekrê nehîştin Hak-Par li dijî qanûna esasî ya 12-ê Îlonê ji gel îmzê top bike.
Pisporên siyasetê di TRT6-ê da van kirinên hukûmetê minaqeşe nakin, qala Evren dikin. Evren û rejîma wî rexne bikin, lê belê dema hin kirinên hukûmetê ji yên dema Evren jî xerabtir bin ya jî wek yên wî bin, dibê hûn biwêribin qala wan jî bikin. Ya na rexenekirina Evren îro karê herî rehet e, tu zirar û tehlûkeya wê tuneye.
Ya girîng rexnekirina zulm û terora îro li hemberî kurdan tê meşandin, wê minaqeşe û rexne bikin.
Teror û kontrola îro li Kurdistanê heye ji dema cûnta leşkerî xerabtir e, ne baştir e. Ji Cizîrê heta bi Wêranşarê belkî 200 km. jî tuneye, lê leşker bi kêmanî li 5-6 ciyan meriv radiwestînin, ji wesayitan dadixînin û kontrol dikin.
Ev 10 sal in AKP li ser hukum e, çima vê zulma li hemberî kurdan ranake.
Li gundên nêzî sînor kî bi mîvanî jî here malekê dibê muxtar haya qereqolê bigihînê.
Ma e vev ne berdewamiya rejîma 12-ê Îlonê ye çi ye?
Hema heta ji wan kurdan tê bira ji xwe ra di TRT6-ê da bikin leqeleq, Evren rexne bikin û pesnên demokrasiya hukûmetê bidin, hukûmet li hemberî kurdan weke dema 12-ê Îlonê terora xwe dimeşîne, rojê bi dehan kesî digrin û davêjin zindanan, riya qontrol dikin, nahêlin kurd bîna xwe bigrin…
Loma jî gava axaftin di praktîkê tiştekî neguherîne belaseb û bêfeydeye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE