10 april 2012

Wey agir bi mala te û bi derewên te keve!

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Çînê bersîva pirsên rojnamevanan daye û gotiye, ”Cîgirê serokkomarê Îraqê Tarik El Haşimî ji ber ku nexweş e ji bo tedawiyê hatiye Stenbolê…”

Wey agir bi virên te keve, wey Xwedê ruyê te li herdu dunyan jî reş bike!
Ji ber van derewên te yên bi boçik înşeleh quloçê bi eniya te ve were!

Îcar Haşimî nexweş e kurro?
Lawo Haşimî tu dibê fît e, dikane hesin bi sa...rî bade, îcar te nexweşî ji ku derxist?

Ji ber ku tu newêrî rastiyê bibêjî tu ji mecbûrî derewan dikî. Te, Haşimî ji bo pîjkirina li dijî kurdan dawetî Tirkiyê kir, tu dixwazî Haşimî û Malikî li hev bînî ji bo herdu bi hev ra li dijî kurdan rawestin ku kurd nikanibin serxwebûna xwe îlan bikin…

Haşimî bi xwe qala nexweşiyê nekiriye, lê tu bi rehetî li ser navê wî vê derewê dikî. Ji ber ku ji bo te derew karekî rojane ye, ne ne bêexlaqî ye…

 XXX
Di hin malperên kurdî da tê îdîakirin ku Tirkiyê gotiye bi şert ew amade ye ku li Îraqê dewleta kurd qebûl bike.

Tê gotin ku, Amerîkayê ji tirkan ra gotiye qebûlkirina dewleta kurdî li başûrê Kurdistanê di berjewendiya Tirkiyê da ye û loma jî dibê Tirkiye îlankirina dewleta kurd ya serbixwe qebûl bike.
Tirkiyê jî xwedêgiravî ev daxwaza Emerîkayê bi şertê ku ew bi Tirkiyê ra li hemberî PKK-ê şer bikin, Tirkiye ewê qebûl bike.

Tirkiyê him ji hukûmeta başûrê Kuridstanê û him jî ji Amerîkayê garantî xwestiye ku rê li pêşiya PKK-ê were girtin û herdu alî jî di şerê li dijî PKK-ê da piştgiriya bidin Tirkiyê.

Ev jî nîşan dide ku tu nêteke hukûmeta AKP-ê li bakur çareserkirina mesela kurd tuneye.
Hedefa hukûmetê ew e ku bi şer tevgera kurd ya netewî tasfiye bike û vê serîhildana kurdan jî bi bi darê zorê bipilçiqîne.

XXX
Li gorî ku malpera Avestakurdê dinivîsîne, nivîskara rojnameya Zamanê, helbestvan Bejan Matûr, ev sê meh bûn ku navber dabû nivîsên xwe yên Zamanê.
Xwendevanên Bejan Maturê bi meraqdarî li bende nivîsîn wê bûn û meraq dikirin gelo ewê kînga vegere?

Matûrê di Twittera xwe da bersiv daye pirsên xwendavanên xwe û gotiye, ”Min nivîsa xwe ya dawî roja ku komkujiya Roboskiyê qewimî nivîsand. Ev sê meh ...in ez nanivsînim. Min biryara xwe ragihandiye rêveberiyê û xatirê xwe xwestiye.”

Yanî Bejan Matûrê esas ev sê meh in ku dev ji nivîskariya Zamanê berdaye.
Bi dîtina min rast kiriye. Ez bi xwe nivîskariya di rojnameyên tirk da şaş dibînim. Dibê em bizanibin ku em û tirk êdî ji hev ra nabin û dibê meriv li gorî vê ji xwe ra li çareyan bigere.

Tehamula tirkan ya li hemberî kurdan girêdayî şêla kurdan ya siyasî û kurdayetiyê ye.
Heger em ne kurdperwerên tamem û saxlem bin û li gorî dilê wan hereket bikin, ewê tehamulî me bikin, lê roja ku em bibin kurdên temam û ji dil doza kurdayetiyê bikin, wê demê tirkê derî nîşanî me bidin û ji me ra bibêjin, ”here ji xwe ra kerekî din bibîne…”

Ez bawer dikim çîroka Bejan Matûrê û rojnameya Zamanê jî ev rastî ye.
Herdu seriyan jî fêm kirin ku êdî ew ji hev ra nabin…


XXX
-Dema av bilind dibe,
masî mûriyan(gêrikan) dixwin.
Dema av dimiçiqe mûrî masiyan dixwin.
Bi serdestiya xwe ya îro zêde nefire,
kî ewê kê bixwe
herikandina avê ewê biryarê bide.


XXX
Mey diqede saqî dimîne
Her reng sipîçolkî dibe xakî dimîne
Dîplome cehaleta însên bigre jî
Di hevîr te da hebe kerîtî, baqî dimîne
Fuzûlî


XXX

-Biçûkdîtina însanekî bêexlaqî ye,
lê pir mezindîtin jî tirsonekî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE