09 april 2012

Xwezî mirina te xewn bûya

Îro yanzdemîn salvegera wefata Aslan Kaya ye. Min gelkî dixwest ku ev mirin ne rast, xewnek bûya.
Lê mixabin ne xewn e, rast e, Aslan(Mehmet) Kaya, mirivê bêemsal yê dinyayê êdî ne di nava me da, di binê axa sar da ye....

Yanzde sal berî nuha, roja 9-ê nîsana 2001-ê kurdperwerê dilmezin û xizmetkarê tevgera kurd ya netewî ya herçar perçeyên Kurdistanê Aslan(Mehmet) Kaya di 49 saliya xwe da li... Stockholmê ji nişkave ji nava me koç kir.

Îro yanzdemîn salvegera wefata wî bû. Ez û xanim em çûn ser gorra wî. Her sal di vê rojê da ew li bende me ye. Me du qutî nêrgiz jê ra biribûn, me ew li rast û çepê kevirê ber serê wî kirin erdê.

Aslan ji cixarê pir hez dikir, rojê belkî 3-4 pakêt cixare dikşand. Her cara ez diçim ser gora wî, ez cixareyekê didim ber sere wî û yekê jî ez vêdixim. Min îsal jî wisa kir.

Min jê ra bi kurtî qala hal û ehwalê kurdan yê nuha jî kir û gelek xeberên xêrê dayê.
Min jê ra got, pismam meraq neke, di demeke kin da ezê xebera îlankirina Kurdistana serbixwe bidim te.

Bi vê mizgîniya min gelkî kêfa wî hat, got bi vê xebera te ezê di gorra xwe da rehettir razêm, vê xeberê zû bîne, ez li bende te me…


XXX
Nuha qezayeke mezin hat serê min, xwezî destê min bişikiya û min ew risim wenda nekira.
Îro dema ez çûm ser gorra rahmetiyê Aslan Kaya, min çar risim kişandin. Nuha dema min xwest ez wan biweşînim nizanim çawa bû, herçar risim jî wenda bûn. Ev nîv saet e ez lê digerim ez nabînim. Ez pir û pir li ber ketim, bira destê min bişikiya û min îşev ev şaşiya nekira.

Xanima min Hêvî dît ku ez pir li ber dikevim, ji min ra got, "Aslan ji risimgirtinê qet hez nedikir, qey loma wenda bû. Got rojekê min kamera bi xwe ra bir mala wî ji bo ku em bi hev ra rismekî bikşînin lê qebûl nekir, got tu û diya min bikşînin."


XXX
-Dema em zarok bûn, rê xerabe bûn, mûslix xerabe bûn, zengil xerabe bûn, pere xerabe(hûr) bûn, lê belê însan saxlem bûn
//Can Yucel
Rast e, pera însan weke hêka genî xera kiriye…


XXX
Ne kevir, karên tên kirin abîdeyan tînin meydanê
//John Lothrop Motley


XXX
Di jiyanê da her kes şaşiyê dike, çi heyf ku tenê kesên ehmeq di şaşiyên xwe da israr dikin.
//Çiçero


XXX
Li Stockholmê îro rojeke pir xweş e, rojeke gerê, kêf û seyranê ye. Ez û Hêvî em haziriya xwe dikin, bîsteke din emê herin ser gorra rahmetiyê Aslan(Mehmet)Kaya, heval, bixaltî û kurdperwer û mirovê bêemsal.

Nuha li bende me ye, emê herin bîstekê li ba wî rûnin, jê ra hinekî qala hal û ehwalê kurdan bikin û baqek gul deynin ber serê wî.

Îsal 11-mîn salvegera e wefata wî ye, yanzde sal zû buhurîn, însan mexlûqekî ecêb e, xwe fêrî her tiştî dike. Emê fêrî mirina Aslan jî bûn…



XXX
Du kurdperwerên miletê kurd, du şoreşger, welatparêz û canfîdayên tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê Kazim Ekincî û Fexrî Înan, di 7-ê nîsana 1994-an da li Wêranşarê ji alî qatilên dewleta tirk ve bi qeleşiyeke mezin hatin qetilkirin.

Gelê kurd û em hemû hevalên wan, ewê şehîd Kazim Ekîncî û Fexrî Înan û hemû şehîdên Kurdistanê tu carî ji bîr nekin. Kazim Ekîncî û û Fexrî Înan, ev herdu kulîkên tevgera kurd ya netewî û kadirên DDKD-ya Wêranşarê û heval û ezîzên ber dilê min ewê heta roja mirinê di kûrahiya dilê min da bijîn…
Xwîna wan û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê ewê li erdê nemîne…


XXX
Ji bo însanekî felaketa herî mezin bêhîvîtiye, kesê hêviya xwe wenda bike ji destpêkê da têkçûna xwe qebûl kiriye.
Heger ne ev hêviya serkeftinê bûya kurdan ev 90 sal in li hemberî çar dewletan şer nedikirin...
Û heger siyasetmedar û ronakbîrên kurd hêviya xwe wenda nekin di salên pêş me da Kurdistana serbixwe miheqeq ewê bibînin...
Hêvî û bawerî nîvî serkeftinê ye, nîvê din jî xebat e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE