02 maj 2012

Bîranînek û rexneyek



Di 28-ê nîsanê da Komîteya Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd ya Swêregê, bi minasebeta yekemîn salvegera wefata Turan Seyfioglu li Swêregê merasimek çêkir û roja 28-ê nîsanê weke roja bîranîna şehîdên DDKD-ê yên Swêregê îlan kir.

Bêguman bîrnekirina hevalên xwe wefadariyeke pir baş e, ji bo vê çalakî û biryarê ez hevalan pîroz dikim. Heger şertan dest bida min jî gelkî dixwest ku di nava hevalan da bûma.


Ji ber ku bîranîn bi minasebeta, “Bîranîna şehîd û miriyên DDKD-ê şaxa Swêregê” hatibû çêkirin, loma jî hevalan Turan Seyfîoglu jî weke kadirekî DDKD ya Sêwregê nîşan dane û ew bi wî hawî bibîr anîne.


Bi dîtina min ne rast e ku Komîteya Tevgera Demokratên Şoreger a Kurd ya Swêregê, Turan Seyfioglu weke kadirekî DDKD-ya Swêregê nîşan bide.

Turan Seyfioglu rojekê jî nebûye endamê DDKD-ya Swêregê, ji ber ku ew ne li Swêregê, li Wêranşarê mezin bûye û li Wêranşarê bûye endam û berpirsiyarê DDKD-ê.

Her çiqas bavê Turan swêregî be jî lê Turan Seyfioglu li Swêregê mezin nebûye.
Ez baş nizanim lê belkî jî ew li Wêranşarê hatibe dinê ya jî dema ew zarokekî biçûk bû malbata wî hatibe Wêranşarê.

Turan Seyfioglu, li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê çû mektebê, li Wêranşarê bû endam û serokê DDKD-ê, bû endamê KIP-ê û bû şoreşger.

Yê bi rojan, bi mehan bi dû Turan ketiye, bi saetan pê ra minaqeşe kiriye û ew kiriye endamê DDKD-ê û KIP-ê ne hevalên Swêregî ne, ez im; Zinraê Xamo ye.

Heger îro însan bêbextiyê nekin û rast bipeyivin, kesê ku li Wêranşarê DDKD û KIP xuliqand û kir hêzeke girseyî ez im, yek endam û sempatîzan jî berî min li Wêranşarê tuneye.

DDKD û tevgera Şivan bi min li Wêranşarê bû hêz û ji tevgera kurd ya netewî ra bi sedan kadirên weke Turan Seyfioglu, Sirac Kirici, Mustafa Kiliç, Fethî Yildirim(şehîd ket), Abdo Hançer(şehîd ket), Hasan Gonullu, Mehmet Keskin, Ahmet Yildrim, Fahrî Kaya, Fahrî Înan(şehîd ket), Kazim Ekîncî(şehîd ket) û bi sedan hevalên din hemû bi ked û xebata min bûne şoreşger û kadirên tevgera kurd ya netewî.

Bi qasî serê derziyê jî para Swêregê di qezenkirin û şoreşgeriya Turan da tuneye. Loma jî ne rast e ji ber ku malbata Turan Seyfioglu ji Swêregê ye ew weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were nîşandan û bibîranîn.

Ev şaş e. Turan Seyfioglu, ewladekî Wêranşarê ye, ew li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê bû DDKD-yî û endamê KIP-ê.

Turan, li Wêranşarê bi hevalên xwe ra xebat kir, li kolanên Wêranşarê belavok belav kir, li dîwarên Wêranşarê slogan nivîsî. Ew li Wêranşarê hat girtin, li Wêranaşrê bû xwedî mal û zarok. Û hemû jiyana xwe jî li Wêranşarê borand.

De îcar çima ewê weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were bibîranîn?
Weke min di serî da jî got, jibîrnekrin û bibîranîna hevalan tiştekî pir baş e, dibê meriv li hemberî hevalên xwe wefadar be.

Lê belê dibê meriv dîroka hevalên xwe jî rast bibêje û rast bide nasandin..
Hevalên wefat kirine û şehîd ketine helbet hemû jî ji Kurdistanê û ewladên miletê kurd in, ji vî ya jî wî bajarî ne pir ne girîng e. Lê belê ev yek nabe sebeb ku meriv dîroka wan rast nebêje....
Silav li Turan û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê…










3 kommentarer:

  1. Xalo, mixabin Wêranşarê nikarîbû xwedî lê derketa de îcar Swêreg lê xwedî derketiye, ma ev xişma te çi ye?
    Te cardin dest bi wêranşarî û sêwregîtiya xwe kiriye?
    Diyar e çavê te bar nabe.

    Lê camêran tiştê ku tu dibêjî ji bîr nekirine û navê te jî hildane.

    SvaraRadera
  2. Bira, wêranşarî lê xwedî derkevin dernekevin ferq nake, Turan tu carî nebûye endamê DDKD-ya Swêregê, ew endam û serokê DDKD-ya Wêranşarê bû. Loma jî weke endamekî DDKD-ya Swêregê nîşandan ne rast e. Qalkirin, bibîranîn tiştekî din e, lê weke "şehîd û miriyên DDKD-ya Swêregê" nîşandan tiştekî tin e.
    Heger wiha be, wê demê dêrikî jî dikanin hemû endamên DDKD-ya Wêranşarê yên bav û kalên wan ji Dêrikê hatine Wêranşarê weke endamên DDKD-ya Dêrikê nîşan bidin.
    Min gotiye ev yek ne rast e, tu têkiliya vê rexneya min bi swêregtî û wêranşartiyê tuneye.

    SvaraRadera
  3. Thankfulness to my father who informed me regarding this webpage, this weblog is genuinely awesome.


    My homepage; cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE