10 maj 2012

Hukûmet ji bo çi vê mazûbaniya nedîtî ji Agar ra dike?



Di meseleya Mehemt Agar da medya jî alîkariya hukûmeta AKP-ê dike, ji bo ku têkiliyên Agar û hukûmetê deşîfre nebin zêde naçin ser meselê û mijarê zêde tevnadin.

 Mehmet Agar, di şerê li hemberî kurdan û bi hezaran cînayetên qatilnediyar da bepirsiyarekî dewletê yê pir girîng e, ew bi gelek tiştan dizane.

Her kes qebûl dike ku Agar, merivekî dewleta kûr yê pir girîng e, ew ne weke qatilên din e ku tenê bi çend tiştan dizane.

Tê gotin ku Agar, qutiya dewleta kûr ya reş e, tiştên ew bibêje ewê here bigihîje Demîrel, serokwezîrên wê demê û hemû endamên Heyeta Ewlekariya Milî.Yanî Mehemt Agar ne merivekî wisa basît e, dema bipeyive dikane zirareke pir  mezin bide dewletê.

Bêyî van giregirên dewletê, bi sedan walî, Qeymeqam, general, zabit û burokratên dewletê jî di van cînayetan geriyane. Hukûmeta AKP-ê viya baş dizane, di bin destê Erdogan da hemû agahdarî, belge û delîl hene. Dizanin kê çi sûc kiriye.

Lê belê Erdogan naxwaze bi sedan zabit, pûlis û mamûrên dewletê ji bo ku kurd kuştine derxe hemberî edaletê û hemû sûcdaran ceza bike.

Heger hukûmet viya bike, sibe kesê newêribe emrê kuştina kurdan bicî bîne.
Loma jî Erdogan naxweze ji bo kurdan çavê leşker, burokrasî û merivên dewletê bitirsîne.
Qetlîama Roboskiyê di vî warî da numûneya herî nêz û berbiçav e.

 Hukûmet ev şeş meh in serî li milet digerîne û bûyerê bi rengekî vekirî zelal nake, berpirsiyaran nagrin û ceza nakin.

Ne ku hukûmet nizane sûcdar kî ne; dizane, dizanin lê naxwazin bigrin û ceza bikin.
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in û bi navê terorîstan hatine kuştine.

Hukûmet naxwaze pûlis, leşker û mamûrên dewletê ji bo ku çend kurd kuştine ceza bike.
Ji ber ku naxwazin mamûrên dewletê kurdan jî weke tirkan bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Hukûmet dixwaze pûlis, leşker û mamûrên dewletê kurdan tim weke neyar, weke dijminekî potansiyel bibînin.

Çimkî bi saya vê îdeolojiya dijminatiya bi kurdan ra dewlet li hemberî kurdan wiha zalim û bêrahm e û muameleya însanan bi kurdan ra nake, kurdan tim weke dijminê xwe dibîne û dixwaze ji ortê rake.

 A ji bo ku di nava dewletê da ev îdeolojî û bawerî zeîf nebe Erdogan hewqas qedir û qîmetê dide Agar û jê ra hefseke taybet dide çêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE