23 maj 2012

Li başûr kurd yekîtiya xwe saxlem dikin



Li gorî ku malpera Nefelê dinivîsîne, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo diyarkirina piştgiriya xwe ya ji bo siyaseta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li hemberî Malikî, îstifanameya xwe ya îmzakirî teslîmî Mesûd Barzanî kiriye û jê ra gotiye, ”di danûstandinên te yên bi Bexdayê ra te kengî xwest vê nameya min deyne ber wan.”

Derbarê vê îstîfanemaya Celal Talabanî da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hawlatiyê ra behsa vê îstifanameya Celal Talebanî kiriye û gotiye, ”ew guh nadin gotegotên xelkê yên di heqê hebûna nakokiyên di nabêna YNK-ê û PDK-ê yên li ser siyaseta bi hikûmeta Bexdayê ra. Ya giring helwesta Celal Talebanî bi xwe ye .”
Nêçîrvan Barzanî dû ra j¨wiha gotiye:

-Em pûteyê bi hinek dengên cida nadin. Ya ku ji bo me giring e ew e ku Mam Celal bi hemî şiyana xwe piştgiriya siyaseta herêma Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dike.”

 Nêçîrvan Barzanî, her wisa gotiye, partiyên opozîsyonê jî piştgiriya siyaseta Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê dikin û ev îstifanameya Celal Talebanî jî diyar dike ku kurd xudanê yek helwêstê ne.”
Şêleke netewî, hêjayî pesin û teqdïrê ye. Dibê kurd li hemberî neyarên xwe tim wiha bibin yek dil û yek laş.

Bi hêviya ku kurdên bakur jî ji vê şêl û siyaseta kurdên başür derz û tecrûbeyê bigrin.
Garantiya serkeftina kurdan girêdayî şêl û siyaseteke wiha ye. Heta ku li başûr kurd li hemberî Bexdeyê wiha tevbigerin ereb nikanin zora wan bibin.

Û ev yek ji bo Kurdistana bakur jî wiha ye, heger kurd li hemberî hukûmeta AKP-ê bikanibin siyaseteke mişterek bimeşînin ewê li karê derkevin.

XXX
Min nuha di televîzyona CNN Turkê da bîstekê li programa Ahmet Hakan temaşe kir.
Program li ser qetlîama Robozkê bû. Ji AKP-ê Metîn Metîner û Bejan Matûr û du kesên din başdarî programê bûn.


Piştî ku min hinekî li Metîner û Bejanê guhdarî kir, min got xwezî herdu jî ne kurd bûna.
Bêguman Bejan ji Metîner pir baştir bû, weke pepûkekê be jî hustuyê xwe xwar dikir û dilê xwe dişewitand.

Lê Metîner, bi rengekî rezîl û bêheya axaftina wezîrê karê hundur Şahîn parast û got Şahîn tiştê rast gotiye, rexnekirina axaftina Şahîn dijminatiya AKP-ê ye.

Şahîn di axatina xwe da qetlîam parastibû û gotibû tu tiştekî ku meriv uzrê bixwaze tuneye, bira neçûyana wir û nehatna kuştin. Vana fîguranên PKK-ê ne.

XXX
Serokwezîrek derkeve sahneyê û qeşemeriyan bike, nikane nîvdeqîqeyê jî ji heq derkeve, tavilê ewê foya wî derkeve meydanê. Lê belê qeşmerek, bêyî ku kesî pê bihesîne dikane bi salan li ser kursiya serkwezîriyê rûne.
Peter Ustînov

Gotina rast rast e, bi rastî jî li vê cîhanê gelek qeşmer bi serê salan e ku serokwezîr in û welatan îdare dikin. Û kes hîn nizane ku ew bi qasî qeşmerekî jî ne xwedî marîfet û meziyet in.

XXX
Dewlemendî hertim bextewariyê neyne jî emniyetê tîne. Helbet ev jî ne tiştekî hindik e. Yanî esas problem ne di peran da, di heyvanê însên da ye, ji heyvanekî xerabûyî mastekî baş çênabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE