07 maj 2012

Miletê dînê alê


Di fasebookê da bîstek berê ez rastî rismekî hatim, melayekî tirk ala tirk weke pêşmalekê bi hustuyê xwe ve kiriye û wazê dide.

Di binê risim da di nava gelek şiroveyan da şiroveya Seyfî Temel bala min kişand. Seyfî Temel, di şiroveya xwe da dibêje:

”Li bajarê Mûxlayê li navçeya Mîlasê ala tirka bi memberê va daliqandibûn. Min ji mele sewal kir, min got mele ma ev welatê we tu dagir bûye, ana hûn çima vê alê bi memberê va dadiliqînin. Mele got qet pirs neke, dewleteke ehmeqe, guya bira kurd bizanibin ku ev der welatê tirkan e. Min got belê mela welahîn tu rast dibêjî, ev dewlet û zîhnîyet ehmeqe, lewra li welatê me kurdan jî bi tirkî weezê didin.”

Nuha we fêm kir ku bê tirk çima hewqasî bûne dinê ala xwe, Tirkiye û Kurdistan bi wê alê kirine weke derya xwînê û wê li her derê dixin çavên însanan, li mizgeftan bi mîmberan ve dadiliqînin û bi hustuyê melayan ve dikin…

Jı bo ku kurd bizanibin ku ev welat yê tirkan e…
Bi dîtina min mele pir rast gotiye, wekî din tu sebebekî vê nexweşiya alê tuneye.


XXX
Napoleon gotiye, ”kesê ku bikanibe durûtiyê û şalûziyê bike dikane bêbextiyê jî bike.”
Rast e, ji xwe kesên durû û kesên bêbext weke du rûyên pereyê hesinî ne.


XXX
Heger meriv dixwaze serê meriv vehesiyayî be, dibê meriv rişma zimanê xwe û nefsa tim ragire.


XXX
Sirri Sureya Onder gotiye:
"Li welatekî ku li hemberî 45 stargehên jinan yên resmî, 60 kerxaneyên resmî hebin, dewlet li wî welatî bêyî pêzeweng(gewad)ne tiştekî din e."
Tiştekî ku meriv li vê tespîtê zêde bike tuneye,Onder, weke rojnamevan û siyasetmedarekî tirk dewleta xwe bas naş dike, loma jî ji me baştir dizane ev dewlet çi karî dike.


XXX
Rojekê fîlozofê mezin Diyojen di kuçeyeke pir teng da rastî dewlemendekî pozbilind û bêedeb tê. Kuçe hewqas teng e ku dibê yek rê bide yê din, ya na derbasbûn ne mimkûn e.
Dewlemendê pozbilind û qure ji Diyojen ra dibêje:
-Ez ji ber serseriyekî xwe nadim alî.
Diyojen rê dide yê dewlemend û bi dengekî sakin jê ra dibêje:
-Ez xwe didim alî…



XXX
Di civînekê da nîjadperestekî tirk ji bo ku şairê kurd yê bi nav û deng Şêx Riza Talabanî -1842-1910- biçûk bixîne jê ra dibêje:
-Biborin, ma hûn baytar bûn ne wisa?
Şêx Riza Talabanî bîna xwe teng nake û bi dengekî nerm dibêje:
-Belê, ma dereke we diêşe?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE