03 juni 2012

Kemal Burkay dîsa got "deve"!



Kemal Burkay di hevpeyvîna xwe ya bi kanala T24-an ra di qetlîama Qilabanê da hukûmetê derdixe paqijiyê û dibêje ku qetlîama Qilabanê ”karê dewleta kûr e.”

Yanî ne dewlet û hukûmeta AKP-ê, hin hêzên tarî yên ku neyarên AKP-ê ne ev qetlîam kirin ji bo ku "rantê" bidest xin.

Li gel beyanên wezîrê karê hundur û serokwezîr Erdogan yên ku qetlîamê diparêzin û sipasiya serfermandar û leşkerên xwe dikin, Burkay hîn jî hukûmetê ji qetlîamê bêrî dike û bûyerê dixe hustuyê hinekên din, yanî ”dewleta kûr ya di nava PKK-ê û dewletê da” û dibêje:

”Min di serî da got ku Qilaban karê dewleta kûr e. Merivên dewleta kûr di nava herdu aliyan da jî hene. Hêzên ku li herêmê ji teşxeleyê hêviyê dikin, rantê bidest dixin hene. Di vê bûyera dawî da jî ev heye…”

Xwedê aqilekî bide Kemal Burkay û wî ji vê xeta şaş vegerîne ser riya rast…

Wezîrê karê hundur, wezîrê parastinê bûyerê diparêzin, dibêjin sûcê wan zarokan bû, bira ew kar nekirana, ji xwe nehatana kuştin ewê bihatana mahkimekirin û girtin.

Serokwezîr Erdogan, him li bombebaranê xwedî derket, him ev beyana Şahîn parast û him jî serfermandarê xwe ji bo ku ew qetlîam kiriye pîroz kir. Û li gel hemû daxwaz û rexneyan jî bi yek gotinê be jî ji malbatên kesên hatine qetilkirin uzur nexwest û di vê şêla xwe da jî israr kir. Çimkî Şahîn gotibû ku li ortê tu tiştekî ku em ji bo wê lêborînê bixwazin tuneye.

Erdogan, li aliyekî piştiriya van gotinên Şahîn kir, lê li aliyê din jî Huseyîn Çelîkê berdevkê xwe rexne kir, got tu ne berdevkê min î. Ji ber ku Çelîk ji bo gotinên Şahîn gotibû, ”gotinên birêz Şahîn ne însanî” ye.

Yanî di bûyerê da Erdogan bi xurtî şêla Şahîn parast û kesên li dijî Şahîn bûn rexne kir.

Lê Kemal Burkay hîn jî sûc û berpirsiyariyê naxe hustuyê hukûmetê û dibêje ”ev karê dewleta kûr ya di nava PKK-ê û dewletê da ye”.

Wezîrê karê hundur qetlîamê diparêze, wezîrê parastinê diparêze, serokwezîr diparêze û leşkerên xwe pîroz dike, lê Burkay dîsa jî qebûl nake, dibêje na, hûn nizanin, ev ne karê we ye, ev karê ”dewleta kûr” e...

Li gel vê şêla hukûmetê û Erdogan ya pir zelal, ji bo ku meriv dîsa jî bikanibe Erdogan û hukûeta AKP-ê ji vê qetlîamê bêrî bike û sûc têxe hustuyê ”cinan” û ”dewleta kûr ya di nva dewletê û PKK-ê da” dibê meriv ji abûqatekî hukûmetê bêtir, merivekî hukûmeta AKP-ê be.

Birêz Burkay, îro li Turkiyê tu hêzeka ”kûr” ya ne di bin kontrola hukûmetê da be tuneye, ”kûr” jî be ya Erdogan û ”nekûr” jî be ya Erdogan e.

Loma jî girêdana qetlîama Qilabanê bi ”dewleta kûr” ve ne karê siyasetmedarekî kurd e. Heger ”kûr” be jî ew Erdogan û AKP bi xwe ye, heger ne wisa bûya Erdoganê heta nuha ew dewleta "kûr" derxistiba ortê.

Ma tu meselê ji Erdogan û Şahîn baştir dizanî û ji wan bêtir hakimê dewletê yî ku tu dibêjî ”ev karê dewleta kûr” e?

Erdogan bûyerê diparêze, nabêje ”ev karê dewleta kûr” e, lê Burkay qebûl nake, dibêje na, ev ne rast e, ”dewleta kûr” li pişt vê qetlîamê ye.

Wê demê Burkay ji serokwezîr Erdogan bêtir xwedî îstîxbarat û hakimê dewletê ye…

Heger qetlîam bêdilê hukûmetê bûya Erdogan ji serî da lê xwedî dernediket û heta nuha bi israr nediparast.
Erdogan nabêje em li dijî vê êrîşê ne, ev qetlîam neheqiye û emê sûcdaran ceza bikin.

Erdogan qetlîamê û bepirsiyarên qetlîam kirne diparêze û dixwaze ser bûyerê bigre û sûcdaran ji cezayê rizgar bike.

Bûyer pir basît e, 2-3 balafirên şer çûne komek însan bombebaran kirine. Îcar kê emir daye, çima daye diyar, yanî tu tiştekî veşartî û neyê zanîn tuneye. Ji ber ku bûyer ne qetleke di şeveka tarî da bûye û kes nizane qatil kî ye?


Yanî di bûyerê da tu tiştekî nezalal tuneye, heger were xwestin her tişt vekirî û li ber çavan e.
Erdogan û hukûmeta wî ji dêlî ku bibêje weleh ev şaş e û sûcdaran derxe ber dadgehê, rojê hincetekê dibîne, bûyerê şêlû dike û qetlîamê biheq nîşan dide, sûc dixe hustuyê kesên hatine kutin.

Loma jî îdîeya ku "dewleta kûr" ev qetlîam kiriye demagojiyeke mezin e û abûqatiya AKP-ê ye, hewildana bincilkirina qetlîamê ye. Ev yek bi Kemal Burkay nakeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE