11 juli 2012

Çavê hemû kurdan ronî be!



Çavê hemû kurdan ronî be, kurdên Sûriyê di bin pêşengiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da, li Hewlêrê peymaneke hevkariyê îmze kirin.
Li gorî peymanê kurd êdî ewê şerê hev nekin û partiyên kurd PYD, ENKS (Meclîsa Netewî ya Kurdî li Sûriyê) wê bi hev ra xebateke hevbeş bimeşînin û herêma kurdî bi hev ra îdare bikin.
Heta nuha hin kurdan di heqê PYD-ê da gelek tiştên virda û wêda  digotin, lê bi vê peymanê derket ortê ku ew hemû çîrok bûne.
Di rojeke wiha da ev peyman gelkî muhîm e, aqûbet li serê me kurdên bakur be jî…

XXX
Hersê partiyên dewletê(AKP, MHP, CHP)dixwazin di qanûna esasî ya nû da cî nedin serbestbûna zimanê kurdî. Yanî ev hersî partî li hemberî înkar û asîmîlekirina kurdan qela xwe kirine yek û dixwazin qanûna esasî ya çûntaya leşkerî ya Kenan Evrenê faşîst bi hilopilokê bi kurdan bidin qebûlkirin.

Cîgirê serokê koma BDP-ê yê meclîsê Hasip Kaplan, li hemberî vê plana AKP-ê derketiye û gotiye:

" Em dibînin ku 3 partî li hemberî zimanê kurdî dibin yek û dijberiya xwe tînin ziman. Çima li welatên din pirzimaniyê diparêzin û çima li welatê xwe naparêzin. Bi vê amadekariya nû dixwazin makeqanûna Kenan Evren cîla û şima bikin.

Em ji bo makeqanûna Kenan Evren şima û cila bikin nehatine vir.”
Kaplan rast gotiye, bi rastî jî dixwain qanûna esasî ya Kenan Evren cîla bikin.

Dema mesele dibe kurd tu ferqeke girîng di nabêna AKP-ê, MHP-ê û CHP-ê da tuneye, hemû jî dixwazin bi zor yan bi hîle kurdan bihelînin û bikin tirk. Dijminatiya wan jî dostiya wan jî, şerê wan jî aştiya wan jî, înkara wan jî û qebûlkirna wan ya hîlewarî hemû ji bo vê armancê ye; perçekirin û helandin kurdan.

XXX
Di malpera meclîsa Tirkiyê da kurdî tuneye. Malpera meclîsa Tirkiyê, dike bêyî tirkî bi 7 zimanan weşanê bike. Lê cîh nade kurdî...

Di malpera fermî ya meclîsa Tirkiyê da, bêyî Tirkî, bi 7 zimanên din dike weşan were destpêkirin. Malperê dest bi wergera Îngilizî û Fransî kiriye. Di nava 8 zimanan da, tirkî, îngilizî, fransî, almanî, erebî, rûsî, çînî heye. Di demeke kin da bi van zimanan malperafermî ya meclîsa Tirkiyê ewê weşanê bike.

Di esasê xwe da hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan tu carî dev ji siyasta dewletê ya resmî, yanî helandin û tirkkirina kurdan bernedaye.

Loma jî dema ji armanca wan ya dûr û dirêj ra xizmetê neke destûrê nadin axaftina kurdî, nahêlin kurdî bibe zimanekî legal û normal. Çimkî wek kemalîstan ew jî dixwazin kurdan bihelînin û bibkin tirk. Gavên ji vê armanca wan ya stratejîk ra xizmetê neke navêjin û destûrê nadikin ku kurd jî bavêjin.

XXX
Herêma Kurdistana Federe nasnameyek kurd daye Şivan Perwer. Ji bo ku em kurdên bakur jî bibin xwediyê nasnameyeke wiha dibê em bi şev û roj bixebitin. Nasnameya tirk, ereb, faris û ya welatekî din dibê bedena her kurdî wek gezgezokê bişewitîne...

Ez bi xwe hemû nasnameyên biyanî di bêrîka xwe da wek gezgezokê, wek stiriyekî dibînim û loma jî her nasnameya biyanî min nerehet dike.

Her cara ku ez nasnameya xwe ya biyanî(swêdî, tirkî) derdixim ez fedî dikim; ji ber ku yê hember dizane ku ez ne ji wî miletî yanî ne swêdî û ne jî tirk im. Nasnameya her kurdî dibê ya Kurdistanê be, ev mafê me ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE