22 juli 2012

Kurdistana mezin nêz dibe


Bi qasî ku xuyaye li Sûriyê rejîma Esed ya dîktator gav bi gav têk diçe û kontrola xwe ya li herêma Kurdistanê jî wenda dike. Gund û bajarên Kurdistanê yek bi yek dikevin destê kurdan, kurd li her derê ala kurdî di dewsa ala Îraqê da bilind dikin û kontrola Kurdistanê digrin destê xwe. 

Heger li Sûriyê û li vî beşê Kurdistanê hin bûyerên pir eks çênebin, weke başûrê Kurdistanê, li vir jî kurdê bibin xwedî statuyeke siyasî û netewî.

Bi vê yekê ra kurd du xelekên zincîrên ku Kurdistan pê qeyd û bend kirine dişkînin, dimîne du xelekên din yên herî girîng. Yanî Tirkiye û Îran.

Lê piştî ku ev zincîra kolonyalîst carê şikest û xelek ji hev da ketin, careke din cebara wê gelkî zor e.

Carê terk li dîwarê ku Kurdistan li kurdan kiribû zindan ketiye, hêzên kolonyalîst çi bikin jî ev dîwar ewê hilweşe. Ji bo hilweşandinê kurd bi hemû hêza xwe zorê didinê.

Di vir da ya girîng tifaq û yektîya kurda ye, heger kurd bi hev nekevin û ji bo têkoşîn û liberxwedaneke dûr û dirêj, di her warî da, lê bi taybetî jî di warê çekdarî da xwe baş amade bikin, serkeftin ya wan e, tu hêz nikane rê li ber serkeftina kurdan bigre.

Min berê jî got, di vir da wezîfeya herî girîng dikeve ser milê PKK-ê û Kurdistana Federe. Ev herdu hêz xwedî îmkan û tecrûbe ne, dibê ji nuha da piştgiriyeke baş bidin kurdan, ji bo ku kurd kontrola Kurdistanê baş bigrin destên xwe û haziriya parastineke pir baş bikin.

Ji ber ku Tirkiye hertim dikane ji nişkave bahaneyekê bibîne û dest bi êrîşeke berfireh bike. Tirkiye heta nuha bêdeng e,hîn nizane ewê îi bike. Loma jî dibê kurd li hemberî êrîşeke wiha jî bi lez û bez xwe amade bikin.

Heger em jîr û jêhatî û bi tifaq bikin serkeftin aya me ye, di demeke nêz da emê yekîtiya miletê kurd û Kurdistana mezin bibînin.

1 kommentar:

PARVE BIKE