25 juli 2012

Tirkan dîsa dest bi gefên xwe kirin



Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ji serokê Meclisa Wetenî ya Sûriyê Ebdilbasit Seydayê kurd ra gotiye, ”dibê li Kurdistana rojava ala kurd were daxistin” !

Û Ebdulbasit jî li ser vî emrê Davutoglu, bang li kurdan kir û xwest ku ala kurdî nekşînin.
Davutoglu bi vê daxwaza xwe jî nehatiye serî,bi gef herwisa ji Abdulbasit xwestiye ku ”Sûriye perçe nebe, di çarçovey qanûneke esasî ya demokratîk da wek yek welatî bimîne.”

Hema tu emir bikî birêz Davutoglu, emrê te ewê tavilê were cî(!)
Kurd ji kesên ku ji ketin û rabûna xwe û ji dîrokê dersê negrin ra dibêjin, ”çû seferê hat kerê berê”!
Diyar e tirkên me jî qet biaqil nabin, siyaseta ku li Îraqê li hemberî kurdan meşandin dixwazin li Sûriyê jî eynî siyasetê dubare bikin.

Lê ev siyaseta şaş çawa ku li Îraqê îflas kir, bêguman ewê li Sûriyê jî îflas bike.
Ewê îflasbike çimkî cin carê ji şûşê derketiye, tu hêz êdî nikane paşda têxe şûşê.

XXX
Qaymeqamê bajarê belediya Yenişehirê yê Diyarbekrê navê parka ”Merwaniyan” qedexe kiriye, wî jî gotiye herfa ”W” ne li gorî elîfbeya tirkî ye.

A qeşmerî tam ev e, hukûmet xwedêgiravî dike di mekteban da dest bi dersa kurdî ya bijare bike, lê qaymeqamê hukûmetê herfa ”W” li kurdan yasax dike.

Li Tirkiyê telewîzyona dewletê 24 saetan weşana bi kurdî dike, di hin unîversîteyan da beşê zimanê kurdî vekirine, li Tirkiyê telewîzyonek bi navê ”Show TV”-ê heye, lê mamûrên dewletê dîsa jî herfa ”W” li kurdan yasax dike.

A navê viya tam qeşmerî ye. Qomedî û qeşmeriyeke tam li gorî dewleta tirk e. Lê qomedieyke pir bêqalîteye…

Yasaxkirinên navên kurdî nîşan dide ku hemû soz û ahdên hukûmetê vir in û xapandin e...
Heger ne derew e dibê nuha serokwezîr, wezîrê edaletê û yê karûbarê hundur û serokê TRT6-ê li hemberî vê qedexeyê tiştekî bibêjin.

Diyar e elîfbeya kurdî ji hukûmeta AKP-ê ra serbest e lê ji kurdan ra yasax e. Ji ber ku hukûmet di TRT6-ê û zanîngehan da her roj elîfbeya kurdî bikar tîne…
Ez çi zanim, li Tirkiyê her tişt bûye qeşmerî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE