12 augusti 2012

Dema heliz borî ezbenî!


Cîgirê serokwezîr Bulent Arinc, ji ber ku hevkariya wan ya li dijî kurdan ya bi Îranê ra xera bûye pir xemgîn e û ji vê rewşê gazinan dike.
Wek tê zanîn heta çend sal berê Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq, dema hewce dikir li hemberî kurdan tim dihatin ba hev û bi hev ra li dijî kurdan plan û program çêdikirin.
Di warên din da li hev nekirana jî lê li dijî kurdan her tim li hev dikirin û bi hev ra êrîş dibirin ser kurdan. Û ev însîyatîf jî tim ji alî Tirkiyê ve dihat girtin; Tirkiyê tim serkêşiya vê tifaqa li dijî kurdan dikir.
Lê îro êdî ev tifaqa van çar çeteyan ya li hemberî kurdan têk çûye, loma jî Arinc pir xemgîn e.
Arinc, hesretiya wan rojên berê dikşîne û di dilê xweda dibêje, ”Axxx, axxx, ka ew rojên berê yên Pakta Bexdayê û CENTO yê!”
Kurd dibêjin, ” dema heliz borî ezbenî”!

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan gotiye, ”Dewran guherî, ji bo kurdan jî buhar hat.”
Rast e, buhara kurdan ji nişka ve hat. Lê dibê em jibîrnekin ku taviyên buharê jî ji nişka ve tên, asîmanekî çîk sayî ji nişka ve reş dixeniqe û dibe gurregurra tavan û şîrqîna burûskan.
Dibê em kurd ji surprîzên buharê yên wiha ra jî hazir û amede bin…

XXX
Bavê Temelê laz miribû. Mele cenazeyê bavê wî şuşt. Temel 20 lîrayê tirk heqê şuştinê da mele. Gava mele pere hindik dît, Temel pir hêrs bû û got:
-Mele, li min binêre, li benzînxaneya hember bi 5 lîreyî TIR-ekê dişon. Meriv ji îmanê neke !

XXX
-Her kes ji eynî hevîrî çêbûye,
lê her kes di eynî firnê da nebirijî ye

XXX
Fermo, ji şaira diltenik Fatma Savcî, du şiîrên gelkî xweş.

Ew guliyên payizokên xwe
bi hêstirên şevên zîvî dihûne...
Di koçberiya Hecîreşkan de,
hespê xwe yê ji xemê,
li berîka Mêrdînê
ji dilê xwe yê delodîn re dibezîne…
(Fatma savci)


Ji bo Bawerê ku li Rojhilat Makoyî,
li Rojava Dêrikî
Û ku sibe bihata Bakur belkî bûbaya Nisêbînî.
Li Başur belkî Dihokî…
Me gotibû ku mafê kesî tuneye di rojên azadiyê de biçe…
Wisa xuya ye, riknê azadiyê her car pêdivî bi xwîna me ye,
De bila her du çavên te ronî
Û kenê te yê ji dil xwêya li ser birîna me be…
(Fatma Savcî)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE