01 augusti 2012

Erdogan dîsa dest bi "xetên xwe yên sor" kir

Li gorî ku çapemeniya tirk û hin malperên kurd dinivîsin Tirkiyê gelek tank û çekên giran li herêma Surûcê, li ser sînorê bajarê Kobanê bicîkirine. 

Tirkiyê du roj berê li herêma Nisêbînî jî eynî tiş kiribû, li wir jî gelek tank û çekên giran bicîkiribû.
Serokwezîr Erdogan, do di axaftina xwe da dîsa kurdên Binxetê tehdît kir û got, wezîrê karê derve Davutoglu sibe(îro) dihere Hewlêrê, ewê daxwzên me ji kurdên başûr ra bibêje. Heger kurd daxwzên me bicî neynin wê demê em dizanin emê çi bikin.

Yanî ewê êrîşê bibin ser kurdan…
Davutoglu îro çû paytexta Kurdistana başûr û bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra dest bi hevdîtinan kir.

Hukûmeta AKP-ê bi van tank û topên ku li ser sînorên Kurdistana Rojava bicî dike li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne û dixwaze çavê kurdan bitirsîne. 

Di normalê da li rojavayê Kurdistanê tu bûyereke li hemberî Tirkiyê çênebûye, kesî êrîş nebiriye ser Tirkiyê.
Lê dîsajî pere nake, çimkî hukûmeta AKP-ê ne ji ber ”hin sebeban” kurdan tehdît dike û dibêje ew qebûl nakin ku kurd li başûr bibin xwedî statu û desthilat. 

Ji ber ku Tirkiye li dijî azadiya kurdên rojav ye loma. Erdogan çawa nedixwest kurdên başûr ji bin zulma Seddam xelas bibin, naxwaze kurdên binxetê jî ji bin zulm û bindestiya rejîma Esed xelas bibin.

Erdogan çawa ku naxwaze mafê kurdên xwe bide, her wisa naxwaze kurdên binxetê jî bibin xwedî maf û desthilat.

Tirkiye dibêje heger li başûr jî kurd bibin xwedî statuyeke siyasî ev yek ewê tesîrê li kurdên bakur(kurdên Tirkiyê) jî bike, ewê pişteke din ji wan ra çêbibe.

Mesela PYD-ê û PKK-ê hemû qal û qîl in, yanî mahne ne, PYD tunebûya jî şêla Erdogan û hukûmeta wî ewê her wisa bûya.

Ma deh sal berê li Îraqê PYD hebû?
Na, lê hukûmeta AKP-ê ji bo ku li Îraqê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî dîsa eynî tişt kir. Ji bo kurd li Îraqê nebin xwedî desthilat, hukûmeta AKP-ê bi salan dijayetiya kurdên başûr kir, hebûna wan nas nekir.

Yanî Erdogan do li hemberî kurdên Îraqê çi siyaset meşand, îro jî li hmberî kurdên Sûriyê eynî siyasetê dimeşîne. PYD û PKK hemû bahaneyên îdeolojî û siyaseta Erdogan ya nîjadperest û kemalîst e…

Helbet dibê kurd siyaseteke biaqil bimeşînin, bahaneyên teşxelê û şer nedin detstên tirkan. Lê wekî din jî tu sebeb tuneye ku kurd ji gef û tehdîdên Erdogan bitirsin.

Meriv hêvî dike ku hukûmeta AKP-ê dînîtiyekê neke û êrîşê nebe ser kurdan, lê dema kir jî sedîsed ewê li zirarê derkevin. Ew çi bikin jî ewê nikanibin rê li ber azadiya kurdan bigrin, dora kurdan hatiye, weke her miletî kurd jî ewê azad bibin û bigihîjn mafên xwe yên netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE