04 augusti 2012

Xwedê kir ku Kemal Burkay ne di dewsa Mesûd barzanî da ye



Çend roj berê di nivîseke xwe da min ji Kemal Burkay û hin siyasetmedar û ronakbîrên wek wî, ji ber bêdengiya wan ya li hemberî bûyerên Kurdistana rojava û gefên Tirkiyê, gazin kiribû û gotibû çima wiha xwe bêdeng dikin?

Kemal Burkay, piştî du hefteyan di malpera Dengê Kurdistanê da li ser mijarê nivîsek nivîsîye. Lê xwezî nenivîsiya.

Burkay, di nivîsa xwe da neyartî û teoriyên xwe yên klasîk yên li hemberî PKK-ê dîsa dubare dike û dibêje, PYD rêxistineke PKK-ê û girêdayî dewleta Sûriyê ye. Esed, ji bo ku Tirkiyê nerehet bike bi qestî PYD derxist pêş.

Heger navê wî ne li bin nivîsê bûya merivê bigota xwediyê nivîsê berdevkekî wezareta derve ya hukûmeta AKP-ê ye. Kêm zêde ji bo PYD-ê tirkên nêzî hukûmetê jî eynî tiştî dbêjin.

Nivîs bi tirkîye û nivîseke pir ecêb e.
Ecêbiya nivîsê ji rubrîka(sernivîsa)nivîsê dest pê dike. Sernivîs wiha ye:

”Li Sûriyê li herêma kurd tiştê dibe û diqewime ç i ye?/Suriye Kürt Bölgesi’nde Olup Biten Ne?”
Û paragrafa pêşî ya nivîsê jî wiha dest pê kiriye:

”Xeberên ku di medya tirk da li ser pêşketinên Sûriyê yên dawî û bi taybetî jî li ser tiştên ku li bakur li herêma kurdan diqewimin derdikevin pir ecêb in./Suriye’deki son gelişmelerle ve özellikle Kuzey’deki Kürt bölgesinde olup bitenlerle ilgili olarak Türkiye medyasında çıkan haberler ve yapılan yorumlar oldukça ilginç.”

Wek tê dîtin Burkay, bi termînolojiya tirkekî dest bi nivîsa xwe kiriye, ji dêlî navê Kurdistanê, gotiye ”Bakurê Sûriyê”, ”herêma kurd”.

Burkay, do bi şev di kanala telewîzyoneke tirkî da jî eynî neyartiya xwe ya li hemberî PKK-ê û PYD-ê dubare kir.

Lê dema ji mecbûrî bahsa hukûmetê jî dikir, ji bo ku li dijî hukûmetê gotinek şaş nebêje dibû inte inta wî, devê wî li ber hev diket, digot ”qesta min ne ev hukûmet e, dewlet e”, ”vê hukûmetê gelek gavên baş avêtin” û gelek pesnên wiha.

Xwedê kesî di taliya emrê wî da şaş neke…
Piştî ku meriv vê şêl û van kirinên Burkay dibîne, meriv ji xwe ra dibêjie Xwedê kir ku Mesûd Barzanî heye û xurt e…

Xwedêneke heger Buraky di dewsa Mesûd Barzanî da bûya ewê malik li PKK-ê, BDP-ê, PYD-ê û bi milyona kurdî bişewitanda.

Bala xwe bidinê, li gel ku Mesûd Barzanî ne kurdê bakur e û wan û PKK-ê bi sedan însan ji hev kuştine, lê dîsa jî tu carî neyartiya PKK-ê, BDP-ê û PYD-ê nake, weke Burkay nabêje PKK û PYD ajanên Tirkiyê û Sûriyê ne.

Burkay, PYD-ê dike rêxistina Sûriyê û PKK-ê jî ya Tirkiyê û di medya tirk da li hemberî wan şerekî bêaman dimeşîne. Tu carî wek mezin û rîsipiyekî kurd hereket nake, nabêje vana kurd in û hêzên li dijî neyarên min in, heger şaşiyeke wan hebe jî dibê ez ^bi zimanekî maqûl alîkariya wan bikim û wan bînim ser riya rast.

Lê Mesûd Barzanî bi eksê Burkay, PKK-ê, PYD-ê û hemû rêxistinên kurdan tîne ba hev û rê nîşanî wan dide, li hemberî dijmin ji wan ra dibe star, dibêje gerek hûn tifaqa xwe xera nekin; li hemberî dewleta tirk PKK-ê û PYD-ê diparêze.

Ê ji xwe lema ye Mesûd Barzanî bûye serokekî netewî û hemû kurd jê hez dikin û Burkay jî bûye serokê grûbeke biçûk ya neyarên PKK-ê û faworîtê medya tirk û hukûmeta AKP-ê.
Xwedê kir ku Mesûd Barzanî heye û xurt e…

1 kommentar:

  1. Raste cewa PKK girêdayi dewleta kur ya tirkiyêye PYD ji bi navoka xwe ve girêdayi muxabeta suriyê ye. cima li zora te dice kekê delal.

    SvaraRadera

PARVE BIKE