20 september 2012

Apê Mûsa, me gelkî bîriya te kiriye !



Bi minasebeta 20-min salvegera şehadeta Apê Mûsa Mûsa Anter.
Apê Mûsa Anter, di 20-ê Îlona 1992-a da li Amedê bi emrê berpirsiyarên dewletê yên wê demê, ji alî qatilên dewletê ve bi qeleşiyeke mezin hat qetilkirin.
Di 20 saliya şehadeta wî da em Apê Mûsa bi hurmet bibîr tînin û qatilên wî rûreş û şermezar dikin.
Kesên biryara kuştina Apê Mûsa dan, serokkomar, serokwezîr, wezîrê karê hundur û serokerkanê Komara Tirkiyê yên demê bûn. Li gel ku ev yek bi delîl û şahidan baş eşkere bûye jî, ev qatilên ku emrê kuştina Mûsa Anter dan hîn nehatine girtin. Hukûmeta AKP-ê naxwaze qatilên kurdan ceza bike.

XXX
Sînan Çetînê derhênerê sînemayê gotiye, ez dizanim gelek kes naxwazin herin leşkeriyê, ji dêlî wê ve dixwazin pera bidin. Bira dewlet ji van kesan pera bistîne(li gorî hesabê wî ev jî 33 milyar dolar dike) û bi wan peran here PKK-ê bikire.
Yanî li gorî baweriya Sînan Çetîn, meriv dikane bi peran PKK-ê bikire û bi vê riyê mesela kurd çareser bike.
Gelo ev Sînan Çetîn kurd e, tirk e, ji ku ye?

XXX
Ev demeke cerdevanên gundan li pey hev çekên dewletê teslîm dikin û dev ji zilamtî û mêrkujiya dewletê berdidin.
Ev pêşketineke pir baş e, ez hêvî dikim ku çekdanîna cerdevanan dom bike.
Diyar e li Kurdistanê bi gurrbûna şer ra dewlet dixwaze cerdevanan bêtir bide pêş û wisa xuya ye ku cerdevan jî vê yekê qebûl nakin. Yanî di meselê da mirin heye.
Dibê siyasetmedar û hemû rêxistinên kurdan ji bo çekdanînê bang li cerdevanan bikin. Çekdanîna wan ewê bêtir cî li hukûmeta AKP-ê teng bike.

XXX
Kessên biserketina xwe bawer in zû dereng miheqeq biser dikevin...

1 kommentar:

PARVE BIKE