01 september 2012

Aqil tu carî nikane ji dil fêm bike



Fîlozofê fransî yê bi nav û deng Pascal, li ser dilê dîn û aqilê biaqil gotinek pir xweş kiriye, gotiye, “Hin sebebên dil yên mexsûsî xwe hene, aqil tu carî nikane fêm bike..”
Ê ji xwe dema aqil ji dil fêm bike, wê demê dil ne tu dil e...

XXX
Helbet di siyastê da jî û di tîcaretê da jî zanîn û jîrî esas e. Lê carnan jî dikane ji meriv ra lihev neyê. A dema lihev nehat zanîn û jîrî jî têrê nake. Di rewşên wiha da dibê hinekî ŞANS hebe, hûn dikanin ji vê ra bibêjin tesaduf.
Kurd ji kesên wiha bi şans ra dibêjin, yê şansê wî hebe dîkê wî jî hêka dike.
Lê yê min mirîşka min jî ji hêka bûye...

XXX

Gotinek heye, dibêjin, dema şivan rakeve gur ji xwe emîn dibe... Şivano, heger tu dixwzî gur bi pezê te nekeve dibê tu tim şiyar bî. Siyasetmedaro, heger tu dixwazî neyar miletê te ji ser rê da nexîne, dibê tu tim şiyar û li ser kar bî.

XXX
Bala xwe bidin kûsî, ancax gava serê xwe j qêlik derdixe û tahlûkeyê digre çavê xwe dikane bi pêş da here…
Lê hin ronakbîr û siyasetmedarên kurd bêyî ku bixwazin rehetiya xwe xera bikin û hinek xwîn û xwêdanê birjînin dixwazin Kurdistan ava bibe. Yanî weke tiralên Bexdayê, dixwazin xurme ji darê da bibêje LUP û têkeve devê wan…

XXX
Kesê ku bixwaze Kurdistaneke serbixwe bibîne dibê ji bo wê bi şev rû roj bixebite û fedekariyê bike. Bi hêviyê dest nagihîje baqê keziyê...

XXX
-Tu c çuqasî zêde bibêjî ewê hewqasî hindik were bîra yê hemberî te. Hindik bibêje ji bo ku kara te zêde be.
Peyva zêde wek xwarina zêde ye, yek serê meriv û yek jî zikê meriv diêşîne. Hindik rindik tim başrir e...

XXX
Rojekê diya Temelê laz mir. Ji Temel pirsîn, gotin tu çima nimêja wê nakî?
Temel gotiye, weleh ez nizanim nimêja cenaze bikim.
Çend roj derbas bûne îcar xwesiya wî miriye. Lê bala xwe danê ku waye Temel li pêşiyê nimê dike. Dost û hevalên wî gotine Temel, ka te nizanîbû nimêja cenaze bikira?
Temel gotiye, ev ne nimêja cenazeye, ev nimêja eydiyê ye…

XXX
Konfuçyusê jîr gotiye, ”zanîn meriv ji şikê, çêyî ji êşkişandinê, biryardarî ji tirsê xelas dike.”
Rast e, hersê xusûsiyet û wesf jî meziyetên gelkî baş in. Zanîn dilê meriv rehet dike, meriv ji şikê û dudiliyê xelas dike. Çêyî jî xusletekî gelkî baş e, meriv tu carî jê xerabiyê nabîne.
Biryardarî jî baş e, biryara herî xerab ji bêbiryariyê çêtir e. Bêbiryarî sernekeftina ebedî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE