09 september 2012

Dibê berê em ji xwe dest pê bikin

Serokê KCK-ê Mûrad Karayilan, di mesaja xwe ya festîwala Çanda Kurdan ya Netewî ya li bajarê Almaniya Mannheimê da li ser zimanê kurdî û neçûna dibistinên Tirkiyê jî rawestiyaye û gotiye,
 
"Mafê me ye ku em jî bi zimanê xwe biaxivin. Dema em vê bêjin wê demê ya yekemîn, dibê em wekî kurd bi dewletê ra bi kurdî têkevin diyalogê. Kesên bi dewletê re muxatabin divê her tim bi kurdî biaxivin. Ya duyem, dema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Madem em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin, wê demê divê em neçin dibisanên asîmîlasyonê. Divê kes zarokên xwe neşînin dibistanan û divê ciwanên kurd neçin dibistana. Ya sêyem, divê ciwanên kurd neçin leşkeriya Tirk. Ya çarem, divê kurd êdî têkiliya xwe bi giştî ji pergala edaletê ya dewletê qut bikin û bi xwe pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin.”

Karayilan qala tiştekî pir girîng û pir heyatî dike, zû dereng dibê kurd werin vê nuxteyê. Yanî bêyî zimanê xwe perwerdeya tenê bi tirkî red bikin.

Lê berî dewletê, dibê Karayilan van daxwazn di nava kurdên xwe da, di nava PKK-ê, BDP-ê û hêzên gerîla da pêk bîne. Dibê zimanê PKK-ê, KCK-ê û HPG-ê yê komînîkasyonê ne tirkî, kurdî be.

Bi qasî ku ez dizanim hin serokên PKK-ê piştî 30 sal gerîlatiya serê çiyan, hîn jî du gotinên kurdî fêr nebûne. Dibê Karayilan vê daxwazê di serî da ji wan serok û berpirsiyaran jî bike.
Ji bo ku em ji milet ra bibêjin zarokên xwe neşînin mektebên tirk, dibê zimanê me yê rojnane ne tirkî be, dibê em bi xwe bi hev ra bi tirkî nepeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE