24 september 2012

Erdogan dîsa li dû xapandinê ye


Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, di kanala televizyona Kanal 7 da li ser hevdîtinên PKK-ê û dewletê yê li Osloyê rawestiyaye û gotiye,
”di navbera wan û PKK-ê de tu mutabaqat çênebûye û li bin wan belgeyan jî mohr û îmzeya wan tuneye. Beşê îstîxbaratê yê dewletê ew hevdîtin kirine, lê li wê derê tu mutebeqat tuneye.!”
Atalay, li ser pirsa; “Gelo vê gavê li hin deveran hevdîtinên mîna yên Osloyê têne kirin ya na?” jî gotiye:
“Vê gavê di vî warî da înîsiyatîfeke dezgehên dewletê tuneye. Lê belê xebatên me yên di vî warî da berdewam in. Ji bo hizûra Tirkiyê pêwîst be emê hevdîtinên Osloyê bidomînin.”
Maneya ”pêwîst/hewce” be ew e ku heger careke din jî hukûmet têkeve tengasiyê û hewcedariya wan bi xapandinê hebe, ewê carek din jî eynî tiştî bikin.
Ji xwe Erdogan û Atalay li ser hevdîtinên berê jî gotibûn, ”wan ji bo huzûr û selametiya Tirkiyê, ji bo ku menfeeta welêt wiha dixwest wan ev civîn bi PKK-ê ra kirin û heger sibe jî pêwîst be ewê dîsa bikin”.
Atalay di vê axafina xwe da jï eynî tiştî dubare dike, dibêje tu nêteke me ya rûniştina bi PKK-ê ra û çareserkirina mesela kurd tuneye, lê dema em muhtacî manawrayeke wiha bibin emê dîsa bikin.
Yanî heger bikanibin ewê carek din jî bixapînin.
Ev nêta hukûmeta AKP-ê êdî ne sireke, him Erdogan û him jî Atalay pir vekirî dibêjin ku civînên Osloyê ji bo xapandinê bûye û ji xwe loma jî wan îmze navêtine binê tu protokolekê.
Loma jî dibê ji nuha û pêda PKK-ê êdî neyê vê lîstikê û bi derew û taktîkên wiha erzan nexape. Tu civînên bi dizî bi merivên îstîxbarata Tirkiyê ra neke.
Heger Hukûmet bi rastî jî dixwaze bi PKK-ê û bi kurdan ra rûne û mesela kurd çareser bike, dibê civîn û hevdîtin ne bi dizî, eşkre bin. Ji bo ku Erdogan û Atalay careke din jî nikanibin bibêjin, ”wan wek taktîk, ji bo huzûr û selametiya Tirkiyê kiriye.”

XXX
Di ferhenga Dezgeha Zimên ya Tirk ya înternetê da navê kurdan ne kurd e, ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî” ye.
Dema hûn di motora lêgerînê ya Dezgeha Zimên ya Tirk(TDK) da gotina ”kurd, ermenî, yûnan û rûs” binivîsînin li hemberî tiştên ewê derkeve pêşberî we hûnê matmayî bimînin.
Dema meriv di înternetê da di beşê ferhenga tirkî ya Dezgeha Zimên ya Tirkda gotina, rûs dinivîsîne ”Gawirê moskof, dema kurd dinivîsîne ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî û kesên ji vê grûbê, ”, dema yûnan dinivîsîne ”Palîkarya” û li gorî ferhebgê maneya kesê ”bêdîn” jî ”bêmerhamet” e û maneya gotina ermenî jî ” wek bûka ermenî bi cîlwe..”
Mahcirên ji Asya Navîn, ji Balkanan, ji Kafkasan ji ber şelpeyên xelkê reviyan û li welatê xelkê stirîn, di ferhenga xwe ya resmî da navên kurdan jî rast hilndan, dibêjin ”Grûbeke li Asya Pêşîn dijî…” û ji rûsan ra jî dibêjin ”Gavirê moskof”!

XXX
Malcoml X-ê mafparêzê reşikên emerîkî, li ser perwerdeya hênzên kolonyalîst û neyarên miletên bindest gotiye:
”Tenê yekî ehmeq dikane destûrê bide ku dijmin zarokên wî perwerde bike.”
Tespîteke pir rast e, lê mixabin heta nuha jî dijmin zarokên kurdan perwerde dikin. Û loma jî gelek kurd îro bi dijmin ra êrîşê gelê xwe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE