01 september 2012

Erdogan: Li Tirkiyê êdî mesela kurd nemaye


Şeva borî serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, beşdarî programa televizyona Kanalturka Tirkiyê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan wek her tim dîsa dîtinên xwe yên nîjadperest û panturkîst dubare kir û got li Tirkiyê êdî meseleya kurd nemaye.
Erdogan, bi zimanekî pir zelal û vekirî got: :
”Ez êdî meseleyeke bi navê mesela kurd qebûl nakim. Li Tirkiyê êdî mesela kurd nemaye. Nuha li Tirkiyê mesela terorê heye, li Tirkiyê terora PKK-ê heye. A nuha li Tirkiyê kurdçîtiya siyasî heye. Di rewşeke wiha da em vê micadelê dimeşînin. Û emê heta dawî jî bimeşînin.”
Bêyî van gotinan, Erdogan sinyala girtina BDP-ê û xistina parlamenteriya 9 parlamenterên BDP-ê jî da û ji BDP-ê û parlamenterên wê ra gelek gotinên giran kir.
Erdogan got, ew bi xwe wan parlamenterên BDP-ê yên ku bi gerîlayên PKK-ê ra sohbet kiribûn êdî weke parlamenter qebûl nake û bi çavê nûnerên milet li wan nanêre….
Helbet Erdogan ev ne cara pêşîye ku gefên wiha li BDP-ê, li parlamenterên wê û li kurdan dixwe û hebûna kurdan înkar dike û dibêje li Tirkiyê mesela kurd tunye, mêrik berê jî gelek caran ev dîtina xwe ya şerxwaz û ya înkar û îmhayê dubare kiriye.
Lê çi heyf ku hin kurdên me yên aştîxwaz û pûlperest hîn jî hêviya xwe ji Erdoganê dîktator û faşîst qut nakin, di quncikên xwe da dikin vinevin û hîn jî wisa bawer dikin ku Erdogan ewê mesela kurd çareser bike.
Li gel ku mêrik gav û saetê bi dengekî bilind dibêje, ” Ez êdî meseleyeke bi navê mesela kurd qebûl nakim. Li Tirkiyê êdî mesela kurd nemaye.”
Lê hin kes û malperên kurd bi xweşikî û diristî qala vê şêla Erdogan nakin û rûyê Erdogan yê rast, yê nîjadperest nîşanî miletê kurd nadin.
Min bîstek berê bala xweda malpera Rizgarî, Aknewsê, Netkurdê,Nefelê û Avestakurdê. Min xwest bizanibim hela van malperên nûçeyan yên ne nêzî PKK-ê li ser van gotinên Erdogan çi gotine û çi nivîsîne?.
Malpera Rizgarî û Aknewsê tew hîn xebera gotinên Erdoga nedane.
Malpera Nefelê li ser hevpeyvîna Erdogan xeberek dirêj nivîsîye, qala gotinên Erdogan kiriye, lê belê ji gotinên wî yên derbarê mesela kurd bêtir, yên derbarê BDP-ê û parlamenterên ku bi gerîlayan ra hevûdu himêz kiribûn derxistiye pêş, di xeberê da gotiye, ”Erdogan dixwaze 9parlamenterên BDP-ê rêke zinadanê.” Xebera Nefelê ne xerab e, lê kêm e.
Xebera herî xerab ya Netkurdê ye. Netkurdê, di xeberê da gotinên Erdogan yên li ser ”tunebûna mesela kurd” gotibûn nedaye, tenê qala gotina wî, ”Li Tirkiyê pirsa kurd nemaye” kiriye û dû ra jî zêdetir giranî daye gotinên Erdogan yên derbarê CHP-ê da.
Bi dîtina min dibê kurd li ser vê vê şêla Erdogan pir cidî rawestin û bi tundî rexne bikin. Çimkî Erdogan pir eşkere hebûna kurdan înkar dike, dibêje êdî tu mafekî ku ew bidin kurdan nemaye, li Tirkiyê tiştê heye teror e û ewê li dijî wê jî micadeleya xwe bidomînin.
Xebera herî xweş û bi teferûat ya Avestakurdê ye, Avestakurdê gotinên Erdogan yên derbarê mesela kurd da derxistiye pêş.
Hevalbendî , hevkarî û piştgiriye AKP-ê û hemû pariyên tirk êdî kufr e, şaşiyeke pir mezin e. Kesê ji xwe ra bibêje ez kurd im û dilê wî ji bo kurdan bişewite dibê êdî piştgirî û têkiliya xwe ji van şexs û pariyên neyarên miletê kurd qut bikin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE