06 september 2012

Êşa dilê kurdan



Di rojnameya Radîkalê da Pinar Ogunç, bi Doç. Dr. Mûrat Paker re hevpeyîvek xweş kiriye. Paker, di dereke hevpeyvîna xwe da gotiye:
”Beşekî mezin yê civata tirk, his nake ku kurd di warê sosyal û psîkolojîk da çi dijîn. Zarokekî zimanê diya wî kurdî ye bi lêdanê tirkî pê didin fêrkirin. Heta ku piranî vê yekê wek êşekê di dilê xwe da his neke, di mesela kurd da hûn nikanin du mîtroyan jî bi pêşda herin.”
Ji xwe meseleya esasî jî ev e, tirk his nakin ku kurd di warê siyasî, sosyal û psîkolojîk da çi êşê dikşînin. Roja ku tirkan ev êşa kurdan di dilê xwe da his kirin, yainî dema piçek "empatî" bi wan ra peyda bû, wê demê mesele ewê rehet hel bibe...
Li ba tirkan tiştê kêm piçek EMPATÎ ye...

XXX
Seokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di rêwîtiya xwe ya Qirgisîstanê da parlamenterê BDP yê Hekariyê Adîl Kurt ji nava heyeta xwe derxistiye û nehîştiye Kurt li balafirê siwar be.
Ez bi xwe bi vê şêla Gul qet matmayî nemam. Çimkî Gul bi çavê neyar li kurdan û parlamenterên BDP-ê dinêre û loma jî pir normal e ku ew, Adîl Kurt ji heyeta xwe derxe…
Esas heger ji destê Gul were ew tu carî parlamenterekî BDP-ê bi xwe ra nabe derekê. Heta ji dilê wî nayê silavê jî bide wan. Lê carnan şert û mercên siyasî  û tradisyonî Gul mecbûr dike ku li gorî dilê xwe hereket neke, hin tiştên bêdilê xwebike.
Lê îcar tam ya dilê xwe kiriye, gotiye Adîl Kurt dijmin e û loma jî ez wî bi xwe ra nabim…

XXX
-Heta nuha çi hatibe serê însaniyetê ji ruyê tunebûna wekheviyê da ye.
-Destpêkirina karekî pir rehet e, ya zor domandin e.
-Meriv nikane li hemberî kesekî ku ji çavê meriv da ketibe û meriv qet qîmetê nadê nerm û nazik hereket bike.

XXX
”Ew merivên baş,
li wan hespên xweşik siwar bûn û çûn.
Em hesilîn li hesinê tûnc
û li merivên pînc .”
Yaşar Kemal

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE