18 september 2012

Ev şêla Erdogan pir tahlûkeye


Sirri Sakik, du roj berê ji serokwîzîr Erdogan ra got, ”Hûn dikanin xwîna dirije bisekinînin. Heger hûn viya bikin, hûnê bibin ezîzê vî welatî. Vî şerî biqedînin, bira kes êşa ewladan nekşîne.”
Li hemberî van gotinên Sakik yên pir maqûl û bi heq, Erdogan bi pozbilindiyeke mezin got, ”Tiştê ji destê min hat min kir, lê min bersîva wê nedît.”
Yanî Erdogan dibêje, ji nuha û pê da ji bo ku zarokên kurd û tirk neyên kuştin tiştekî ku ew bike tuneye.
Heger bersîva Erdogan ne ev bûya, îro ewê 10 leşkerên din nehatana kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar nebûna.
Heger li derekê herbek hebe, her roj xwîn were rijandin, dibê serokwezrê wî welatî ji bo qedandina şer bixebite, nebêje ” Tiştê ji detêmin hat min kir”…
Û heta ku Erdogan wiha bibêje, mixabin her roj zarokên kurd û tirkan ewê werin kuştin…


XXX
Bîst sal berê di 17-ê Îlona 1992-a da serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Rojhilat, welatperwerê bi nav û deng Dr. Sadiqê Şerefkendî û du hevalên wî, Fettehê Abdalaî û Humayînî Erdelanî ji alî qatilên rejîma meleyên Îranê ve bi qeleşiyeke mezin hatin qetilkirin.
Di 20-mîn salvegera şehadeta van hersê welatperwerên kurd da, ez wan bi hurmeteke mezin bibîr tînim û rejîma terorîst ya meleyên Îranê rûreş û şermezar dikim.
Gelê kurd, heval û neviyên Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo û Sadiqê Şerefkendî, ala ku van rêber û egîdên miletê kurd li pey xwe hîştin tu carî dananîne erdê û tim û tim ew li asîmânên her çar perçeyên Kurdistanê bilind hildane.
Kurdistana ku Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo, Sadiqê
Şerefkendî û bi hezaran kurdan ji bo wê canê xwe feda kirine li ber avabûnê ye, kurd gav bi gav nêzî armanca xwe dibin. Di demeke nêz da weke her miletî miletê kurd jî ewê rizgar bibe û bigihîje azadiya xwe.
Bira bimrin hemû qatilên kurdan û bijî kurd û Kurdistan


XXX
Ji min ra bi zimanê xwe bistirê


Ji min ra bi zimanê xwe stranekê bibêje
Li ser navê kê dibe bila bibe
Bira tenê qîrîn ya te be
Bira îsyana te birije dengê te
Bira dengê te bibe lehî û biqîre
Ji min ra tiştnan bibêje
Lê belê bira bi zimanê te be
Belkî fêm nekim tu çi dibêjî


Lê belê bira bi zimanê te be

Yilmaz Guney
Werger ji tirkî: Zinarê xamo


XXX
-Ne tu ewr î, ne jî ez baran
Ne tu mexrûr û ne jî ez mexrûr
şeveke bi kovan em bêdeng in, bêlibat in, hemû ev e…

Alî Çinar
Werger: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE