22 september 2012

Ez jiyana xwe deyndarê te me

Ev rismê birayê min Metîn ez gelkî xemgîn kirim û birim rojên berê.
Heger ne fedekariya wî bûya, yê di vî rismî da ewê ne Metîn, ez bûma.
Çimkî ew ji dêlî min ve ket hefsê; ji bo min xwe feda kir.
Di vî rismî da Metîn 15-16 salî ye û di vî
temenê xwe yê zarok da ji dêlî min ve, ji dêlî birayê xwe ve ketiye zindanê.
Bi temaşekirina vî rismî ez pir xemgîn bûm. Ez çi bikim û çi bibêjim jî ez nikanim ji bin çêyiya Metîn derkevim, wî jiyana xwe fedayî min kir.
Di payiza 1979-an da berbanga sibehekê girtin ser mala me û şeşderba min hate girtin.
Ez wê demê di dahîreya tapuya Wêranşarê da mamûr bûm. Ji bo ku ez neyêm girtin û nekevim hefsê, min got şeşderb ya Metîn e û ew ji dêlî min ve hat girtin.
Ez qet ji bîr nakim, di wî temenî da wî bi xez jî got, ”abê, ez digrim ser xwe…”
Heger Metîn şeşderb negirta ser xwe û ez wê rojê têketama hefsê, ez bawer dikim êdî xelasiya min tunebû.
Ji ber ku piştî wê li Wêranşarê li pey hev gelek bûyer qewimîn, min ji kar îstîfa kir û xwe da alî. Û dû ra jî darbeya 12-ê Îlonê hat.
Heger Metîn wê rojê negota şeşderb ya min e û ji dêlî min ve ew neketa hefsê, di 12-ê Îlonê da ezê di hefsê da bûma. Û bi îhtîmaleke mezin ez ji hefsê sax xelas nedibûm.
Ji xwe dû ra di xiyaba min da cezayê muebetê dan min. Heger ez sax bimama jî ez yê muebetê bûm û bi îhtîmaleke mezin nuha ez ne li jiyanê bûm. Loma jî ez jiyana xwe ya îro hinekî jî deyndarê Metîn im. Ez çuqasî sipasdarê wî bim jî ez nikanim deynê xwe bidim wî.
Tenê dikanim bibêjim Metîn, hemû zulm û îşkeneceya te di zindanan da dît û kişand, ez îro dilê xwe da his dikim.
Dibê tu bizanibî ku ezê tim û tim deyndar û sipasdarê te bim…
Lê çi heyf ku ezê tu carî nikanibim vî deynê xwe bidim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE