09 september 2012

Hûn baş bikin guhdarî !

Hemşeriyê min Silêman Kaya, li ser gera wezîrê Tirkiyê yê karê hundur Îdrîs Naîm Şahîn helbestek pir xweş nivîsîye. Wek tê zanîn gelê Hekariyê ziyareta Şahîn protesto kirin û xwestin wî lînc bikin. Ew ji minrinê xelas bû. Ev helbest li ser wê bûyerê ye.
Di eydiyê da dema ez çûm Wêranşarê ji min ra xwend. Soz da min, got ezê ji te ra bişînim, wa ye camêr îro ji min ra şandiye.
Ez gelkî sipasî wî di
kim. Û bi van hestên wî yê kurdperwer ez pir dilşa û serbilind im.
Di metna ji min ra hatiye navê helbestê tuneye, ez dibêjim ”Gurê Boz”. Fermo, helbesta Gurê boz bixwînin. Ez bawer dikim hûnê gelkî jê hez bikin.

Gurê Boz

Hûn baş bikin guhdarî
Bê kî Hekarî
İdrîs Nayim Şahîn e
Kurd pir li wî bikîn e
Ew wezîrê hundur e
Lê ew ji nesla gur e
Go ew çûbû Hekarî
Lê kirin şeva tarî
Go ew gurê boz
Herimand warê pîroz
Ew gurê çêlê gura
Dan ber pal û kevira
Ew revîya wek rûrî
Go li vir nema hêvî
Kurd bibine weke bira
Namîne ciyê gura
Hûn bûn baz û ew bû kund
We serê me kir bilind
Hûnin bingeh û esas
Ji bo we hezar sipas

Silêman KAYA

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE