30 september 2012

Min ji birêz Mesûd Barzanî axaftineke hîn baştir dipa

Min nuha li axaftina birêz Mesûd Barzanî ya kongreya AKP-ê guhdarî kir. Ez bi xwe ne li dij bûm ku Mesûd Barzanî beşdarî kongreya AKP-ê bibe. 
Çimkî carê vexwendina birêz Mesûd Barzanî bi serê xwe ji bo kurdan serkeftin e. 
Ji ber ku eynî Erdoganî û hevalên wî hîn çend sal berê gotinên nemayî ji Mesûd Barzanî û Talabanî ra dikirin û digotin, ”serokeşîr” û ”solalês” û nizanim çi û çi.
Dema eynî Er
dogan, Barzanî wek mîvanê şerefê dawetî kongreya partiya xwe dike, bêguman ev biserketina kurda ye û têkçûna siyaseta Erdogan e.
Ev aliyekî meselê ye.
Aliyê din yê meselê jî, min digot belkî birêz Mesûd Barzanî di kongreyê da axaftineke biserûber, axaftineke girîng û baş bike, belkî tesîreke baş li têkiliyên Tirkiyê û kurdên bakur jî bike.
Lê axaftina wî ya kongreyê ne tu axaftin bû, axaftineke pir qels û tirsok bû.
Ji dêlî ku wek serok û nûnerekî miletê kurd bi mêrane doza miletê xwe ya bi heq bîne zimên û ji tirkan û hukûmetê ra bibêje, dibê hûn mafê miletê kurd bê şer û bê kuştin bidin, ji serî heta dawî pesnê Erdogan û AKP-ê da, pesnê siyaseta Erdogan da.
Û siyaseta Erdogan û AKP-ê ya kurd jî em hemû dizanin ku hîn jî li ser asasê înkar û asîmîlekirina miletê kurd e, Erdogan hîn jî ji daxwazên kurdan yên rewa ra dibêje ”teror”. Erdogan hîn jî naxwaze mafê perwerdeya kurdî bi zarokên kurdan, hîn jî naxwaze bi şiklekî resmî hebûna kurdan qebûl bike.
De car wek serokekî miletê kurd, meriv çawa dikane ji siyaseta serokê vê hukûmetê ra li çepikan xe û bibêje hûn siyaseteke baş dimeşînin.
Erê em dizanin ku kurdên başûr nikanin wek kurdên Tirkiyê hukûmetê û Erdogan rexne bikin, naxwazin nabêna wan û hukûmetê xera bibe, di gelek waran da ew muhtacî Tirkiyê ne û gelek tiştên din.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku di platformeke wiha girîng da serokekî wek Mesûd Barzanî bi yek gotinê jî rexne li Tirkiyê, li siyaseta AKP-ê negre, bi yek gotinê jî qala kurdên bakur û zulma li wan dibe neke û tenê pesnê Erdogan bide.
Bi dîtina min pir şerm e, nepeyiviya baştir bû.
Ma beşekî Kurdistanê hîn jî ne di bin îşxala dewleta Erdogan da ye?
De îcar Erdogan di van 10 salên îktîdara xwe da çi daye kurdan ku serokekî kurd rabe hewqasî pesnê wî û partiya wî bide, min fêm nekir…
Xwezî birêz Mesûd Barzanî di kongreya AKP-ê da ev axaftin nekira…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE