04 september 2012

Nifira tirkan


Rast e, derew e ez nizanim, lê tê gotin ku ev şiîra jêr ya li dijî miletê kurd ji alî Yavûz Sultan Selîm ve hatiye nivîsîn. 
Heger nivîskarê wê ne Sultan Selîm be jî axirê şairekî tirk e, yanî ev hestên neyarane ji alî tirkekî ve hatiye zimên.
 

Di ser mirina Sultan Selîm ra hema hema 500 sal derbas bûye, lê çi heyf ku gelek tirk hîn û hîn jî li hemberî kurdan xwediyê vê fikrê û van hestane. 

Gelek tirk, hîn jî bi roj û şev ji Xwedê dua dikin ku kurd tu carî azad nebin û li tu derê nebin wedî dewlet û desthilat. Ji van kesan yek jî serokwezîr Erdogan e. 


Erdogan hîn do dîsa got ku ”li Tirkiyê mesele kurd tuneye, ez êdî meseleyeke bi navê mesel akurd qebûl nakim.”

Û ev jî tê wê maneyê ku Erdogan ne hebûna kurdan qebûl dike û ne jî difikire ku mafê wan yê netewî bide.
Li gorî Erdogan, perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo zarokên kurdan ne heqekî xwezayî ye, dibê zarokên kurdan bi tirkî bixwînin û bibin tirk.

Tirkî
Kürde fırsat verme ya Rab, dehre sultan olmasın
Ayağını çarık sıksın, asla iflah olmasın
Vur sopayı al ekmeği, karnı bile doymasın
Ol çeşmeden gavur içsin, rum içsin, Kürde nasip olmasın.''
///Yavuz Sultan Selim

Kurdî
”Fersendê nede kurd ya Reb, bira ji welêt ra sultan nebe
bira çaroxa nigê wî teng be, tu carî îflah nebe.
lêxe bi ço, bigre nanê wî ji dest, bira zikê wî têr nebe.
ji vê kaniyê bira gawir avê vexwe, rum vexwe, ji kurd ra nesîb nebe…
///Yavuz Sultan Selim

 

XXX



Biçûkdîtina merivekî bêexlaqî ye, lê zêdemezinkirin jî tirsonekî ye. Dibê meriv însanan ne biçûk û ne jî mezin bike.

XXX
Ziman ji dest dirêjtir e û ev dirêjî jî gelek carfan serê meriv dixe belayê. Loma jî pêşiyên me gotine, “zimano leqleq, seriyo teqreq”!

XXX
Heger tu dixwazî têkiliya te bi hevalê te ra xera nebe û hevaltiya we heta mirinê dom bike, temiya min li te tu carî pera bi deyn jê nexwaze…
XXX
Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da dibêje, Bernard Lewîs gotiye, ”Rojavayî azadiyê, rojhilatî edaletê dixwazin.” 
Tespîteke pir rast e, civatên rojhilat, heyranê dîktatoran in, dîktatoran didin ser serê xwe, ji daxwaza azadiyê bêtir hêvî dikin ku dîktator li hemberî wan hinekî adil bin…
Loma jî li Tirkiyê her kes ji Erdogan hinek merhamet û edaletê dixwaze. 
Ji bertîlxwarina mamûrê nufûsê bigre, heta bi çareserkirina mesela kurd, her tiştî ji şexsê Erdogan dixwazin, dixwazin Erdogan li hemberî wan jî hinekî bi ”edalet” hereket bike.


XXX
Ziman ji dest dirêjtir e û ev dirêjî jî gelek carfan serê meriv dixe belayê. Loma jî pêşiyên me gotine, “zimano leqleq, seriyo teqreq”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE