11 oktober 2012

Agirê hêrsê berê xwediyê xwe dişewitîne

Serokwezîr Erdogan û wezîrê karên derve Ahmet Davutoglu, ev demeke pir zirtan didin xwe û bi agir dilîzin.
Lê gotinek heye, dibêjin, agirê hêrsê berê xwediyê xwe dişewitîne, dû ra çirîskên wî ya digihîjin dijmin ya nagihîjê…
Lê wisa xuyaye ku kompleksa nîjadperestiyê û mezinayiyê çavê Erdogan û Davutoglu qarixî kiriye, loma jî di serê wan da aqil û di çavê wan da jî ronî nemaye.

XXX
Dijayetiyên nabêna serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan roj bi roj kûrtir dibe.
Malikî, hebûna cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî ya li Tirkiyê û hin hewildanên wî yên fermî bi tundî rexne kiriye û gotiye, “Tirkiye dibe wekî welatekî dijmin.”
Malikî, rexneyên tûj li Erdogan girtiye û gotiye, Tirkiye destê xwe dixe nava karûbarên Îraqê yê hundur. Malikî, gotiye:
“Ger ev siyaset berdewam bike, ewê berjewendiyên Tirkiyê zerarê bibîne û Tirkiye ewê ji bo hemû welatên herêmê bibe wek welatê dijmin.”
Du sê sal berê îdîeya Erdogan ew bû ku ewê bi tu welatekî cîran ra dubendiyên wan nemîne. Lê ji roja ku Ahmet Davutoglu bûye wezîrê karên derve û virda ye têkiliyên Tirkiyê bi hemû welatên cîran ra xerabtir bûye, ji nuxteya ”gelşa sifirê” derketiye nuxteya şer.
Nuha têkiliyên Tirkiye bi Îranê, Îraqê, Yûnanîstanê, Ermenîstanê û Rûsyayê ra pir xerab in û di rojên pêşda ewê hîn jî xerabtir bibin.
Sebebê vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya êrîşkar dijminatiya bi kurdan ra ye. Ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û deshilat Erdogan tiliya xwe dixe her qulikê û her babet gelacî û fêsadiyê dike. Û ev siyaseta Erdogan jî bibê nebê ji Tirkiyê ra di dijminan çêdike.

XXX
Dijayetiyên nabêna dewletan bi zorê, bi tank û topan û bi şer çareser nabin. Çeka herî rast û bi tesîr diyalog û dîplomasiye.

XXX
-Kesê xwînê birjîne xwîna wî jî paqij namîne
-Herba(cenga) baş û aştiya xerab tuneye.

XXX
Jiyan wek bisiklêtê ye. Ji bo ku tu balansa xwe wenda nekî dibê tu tim di hereketê da bî.
///Albert Einstein

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE