01 oktober 2012

Balona Erdogan zû teqiya

Serokê AKP-ê û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro di kongreya partiya xwe ya 4-em da axaftineke nêzî 3 saetan ya ji serî heta dawî vala û mişt metaforên nîjadperest kir.
Gelek kesan hêvî dikir ku Erdogan ewê di axaftina xwe ya kongrê da di mesela kurdî da qala hin gavên nuh û girîng bike.
Lê belê Erdogan bi eksê hêviyan di vî warî da tiştekî nuh negot, wek her tim dîsa demagojî kir, qala ”terorê” û şerê li dijî wê kir û bi uslûbeke nîjadperest pesnê têkoşîna pûlis û leşkerên xwe yên ku li Kurdistanê şer dikin da.
Û li hemberî kurdan û têkoşîna wan ya netewî jî zimanekî pir bêedeb û nîjadperest bikar anî.
Erdogan bi yek gotinê be jî qala çareserkirina mesela kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî, ji nuh va destpêkirina hêvdîtinên Osaloyê nekir.
Ji dêlî wê va, Erdogan di axaftina xwe da got, wan heta nuha di mesela kurd da bi sedan gav avêtine û ji bo kurdan gelek tişt kirine. Nuha jî êdî dor ya kurda ye, dibê nuha jî kurd gavekê berbî wan ve bavêjin û li dijî ”terorê” derkevin. Yanî dibê kurd jî bi dewletê ra li dijî zarokên xwe şer bikin…
Li gorî Erdogan, wan hemû mafên kurdan daye, loma jî dibê kurd êdî devê xwe bigrin û tiştekî din nexwazin.
Welhasil kongreya ku bû şova şexsê Erdogan qediya, hêviya ku ji Erdogan dihat kirin vala derket. Kurdên ku ji Erdogan û kongreya partiya wî hêviyek mezin dikirin careka din xeyalşikestî bûn. Lê ji bo wan ferq nake, ew carê ji refên xwe qetiyane û çûne nava refên neyarên gelê xwe.


XXX
Ji ber ku serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî do beşdarî kongreya AKP-ê ya çarem bû, serokê partiya faşîst MHP-ê Devlet Bahçelî, wek protesto, beşdari kongrê nebû. Mêrik tehamul nekir bi serokekî kurd ra li eynî mekanî rûne.
Siyasetmedarên tirk, tu carî natirsin ku kîn û nefreta xwe ya li dijî kurdan nîşan bidin, di vî varî da kêm caran durûtiyê dikin.
Heger piçek xîret bi me kurdan ra hebe, ev şêla Bahçelî ji bo ku ji me ra bibe ibret û em dijminê xwe hinekî din nas bikin bes e.

XXX
-Tu alek bi qasî veşartina şerma kuştina însanên masûm ne mezin e.
Howard Zinn
Lê ya tirkan "mezin" e, bi kêmanî siyasetmedarên tirk ji bo veshartina zulm û hemû qetlîamên xwe, ala tirk kirine xêlî û girtine ser van qetlîaman.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE