15 oktober 2012

Çîrokên wiha herin ji zaroak ra bibêjin

Nivîskarê rojname Vatanê Rûşen Çakir, di nivîsa xweya sê roj berê da qala nivîsa nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Yusuf Kaplan dike û dibêje Kaplan wek merivekî nêzî cimeta Gulen çûye li Houstonê Gulen ziyaret kiriye.
Kaplan di quncikê xwe da qala vê serdana xwe kiriye û di beşekî nivîsa xweda li ser mesele kurd jî rawestiyaye.
Kapalan dibêje Gulen gotiye, ”5 sal berê, derbarê mesela kurd da ji bo ku em bi gelê herêmê ra bibin yek, bibin hemderd û dilê însanên xwe qezenc bikin, me pêşniyarek bir ji hukûmeta xwe ra. Heger ev pêşniyar bihata qebûlkirin, mesele dikanîbû nehata vê nuxteyê.”
Rûşen Çakir do dike, dibêje:
1) Derbarê mesela kurd da projeyeke Gulen hebû.
2) Ev proje 5 sal berê pêşkêşî hukûmetê hat kirin.
3)Hukûmetê pêşniyar qebûl nekir.
Rûşen Çakir dibêje, ”ez baş nizanim Gulen wê demê tam çi pêşniyar kiriye. Lê ez hinekî bi dû vê meselê ketim. Ez hin tiştan fêr bûm.”
Piştî van gotinan, Rûşen dibêje:
”Ji gotinên Gulen meriv fêm dike ku dibê tevgera kurd ya siyasî muxatab neyê girtin. Heta, bi qasî ku mimkûn e dibê were krîmînalîzekirin.
Netîce, meriv dikane bibêje ku tevgera Gulen, dixwaze mesela kurd bêyî PKK, KCK, Ocalan, heta bêyî BDP çareser bike. Yanî qebûlkirina realîteya kurd, red û înkara realîteya tevgera kurd ya siyasî.
Hela hûn bala xwe bidin vê şîtiyê û vê pîncîtiyê…Dixwazin mesela kurd bêyî rêxistinên kurdî çareser bikin(!)
Li hemberî pîncîtiyên wiha kenê meriv tê…
Ê ji xwe ev nêzî çar salan e ku hukûmeta AKP-ê vê siyaseta Gulen ya înkar, îmha û krîmînalîzekirina tevgere kurd dimeşîne.
Di çarçeweya vê siyasetê da li hemberî PKK-ê şerekî pir mezin û bênabên didin meşandin û li dora 10 hezar siyasetmedarên kurd avêtine zindanê û naxwazin bi BDP-ê rûnin. Ev tişt hemû di çarçeweya vê konsepta Gulen û hukûmetê da tê kirin.
Gotina çareserkirina mesela kurd bêyî PKK-ê û BDP-ê xapandin û demagojiyeke vala ye.
Ev projeya Gulen û hukûmetê(dostiya bi gel û dijminatiya bi tevgera siyasî ra) tê wê maneyê ku ew naxwazin tu mefekî netewî bidin kurdan. Ew dixwazin kurdan bi komirê, şekir, makarneyê û bi ”nermayiyeke” xayin û sexte bikirin, kedî bikin.
Yanî wek kûçikê ku tu bi xwarinê wî têxî bin emrê xwe. Gulen û Erdogan bi vî çavî li kurdan dinêrin, dixwazin bi ”nermayiyeke xayin” û bi hin kurtêlan kurdan aş bikin, bikirin.
Mesela kurd, meseleyeke netewî ye, meseleya welatekî û desthilatê ye û ew jî bi nûneriya rêxistinên miletê kurd tên bidestxistin.
Kesê ku hebûna kurdan û mafên wan qebûl bike, dibê nûner û rêxistinên kurdan jî qebûl bike û bi wan ra rûne.
Em kurdan qebûl dikin, rêxistinên wan qebûl nakin vir e, xapandin e û israra di siyaseta înkar û mhayê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE